Medyaya Amerîkayê: Biden, Antony Blinken dike Wezîrê Derve

23-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Medyayên Amerîkayê ji zarê hin çavkaniyan ve ragihandine, “Joe Biden dê di rêveberiya xwe de Antony Blinken bike Wezîrê Derve”. Biryar e Biden sibe Sêşemê jî beşek ji kabîneya hikûmeta xwe ragihîne.

Çavkaniyên Amerîkî dibêjin, Antony Blinken weke kesekî nêzîkî Biden bihêztirîn berbijêr e bo posta Wezîrê Derve di îdareya nû ya Amerîkayê de. Li gor gotina endamên tîma Biden jî, biryar wiha ye Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê, navê hejmarek ji wezîrên kabîneya xwe aşkere bike, herwiha Biden rijd e li ser wê yekê ku merasima sondxwarina yasayî ya wezîrên hikûmeta wî kurt di demeke kurt de be û ji ber pandemiya Coronayê merasimên berfireh nayên kirin.

Serokê StafaKoşka Spî, Ron Klain jî ragihand, “em daxwaz li rêveberiya Trump dikin bi fermî serkeftina Biden nas bike, daku proseya veguhastina desthilatê destpê bike”.

Ron Klain herwiha got, “Sêşemê hejmarek ji endamên îdareya Biden dibînin, lê hêj em navên wan aşkere nakin”.

Roja Pêncşemiya bihorî, Joe Biden Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê ragihand, Biden Wezîrê Darayî yê Amerîkayê diyar kiriye.

Li gor medyayên Amerîkayê jî Biden di van çend rojên bê de, dê navê Wezîrê Derve jî aşkere bike, ji bilî Antony Blinken, Susan Rice rawêjkara pêştir a Asayişa Niştimanî bo wê postê berbijêr e.

Pêştir di dema desthilata Barack Obama de, Antony Blinken çendîn caran li gel berpirsên pilebilin ên Herêma Kurdistanê civiyaye, sala derbasbûyî jî Blinken têkildarî êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, rêveberiya Trump rexne kiribû û ragihandibû, “Trump baweriya Amerîkayê li navçeyê şikand bi vekişîna ji Sûriyê, Kurd jî ku hevpeymanên Amerîkayê ne, di şerê dijî DAIŞê de di rewşeke necêgîr de bi tenê man”.

Antony Blinken

Sala 1962an ji dayik bûye û ji malbateke cihû ye û ser bi Demokratên Amerîkayê ye, bawernameya bakaloriyusê li zanîngeha Harvardê wergirtiye û doktora xwe jî ji zanîngeha Colombia wergirtiye.

Blinken ji sala 1994 heta 2001 di Encûmena Asayişa Niştimaniya Amerîkayê de xizmet kiriye. Ji sala 2009 heta 2013an Alîkarê Cîgirê Serokê Amerîkayê bûye, herwiha ji 2015 heta 2017an jî Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bûye, herwiha rawêjkarê Joe Biden bo karûbarên Asayişa Niştimanî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst