Fuad Husên: Dibe ku şer herêmên din jî bide ber xwe

Duh li 07:35
Nîşan Fuad Husên Îsraîl Xeze Libnan Şer Belavbûn Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên da zanîn ku dibe şerê li Xeze û Libnanê li herêmên din jî belav bibe û bibe sedema pevçûnên nû.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li Zagrebê bi Serokwezîrê Xirwatistanê Andrej Plenkovic re hevdîtinek kir.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Îraqê mijara “avakirina kordînasyoneke bi armanca nîşandana helwesteke hevpar a li hemberî êrişên Îsraîlê yên li Xeze û Libnanê” hatiye nirxandin.

“Dibê ku pevçûnên nû rû bidin”

Fuad Husên di hevdîtinê de hişyarî daye, “Eger şerê li Xeze û Libnanê berdewam bike dibe ku şer li herêmên din jî belav bibe û pevçûnên nû rû bidin.”

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê daye zanîn ku ji bo şer belav nebe divê zext li Îsraîlê bê kirin.

Fuad Husên 16ê Çiriya Pêşîn dest bi tûra xwe ya Ewropayê kiribû ku di çarçoveya wê de Îrlanda, Çekya, Xirwatistan û Fransa hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst