Serokê Îmaratê bi şanda Tirkiyê re civiya

22-06-2023
RÛDAW
Nîşan Îmarata Erebî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokkomarê Tirkiye Cevdet Yilmaz û Serokê Îmaratê Muhammed bin Zayid Al Nahyan civiyan û derbarê peywendiyên her du welatan û hevkariya aborî de gotûbêj kirin.

Şanda Tirkiyê ku Wezîrê Xezîne û Darayî Mehmet Şimşek û Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz jî li xwe digre roja Pêncşemê 22ê Hezîrana 2023an ligel Serokê Îmaratê Muhammed bin Zayid Al Nahyan civiya.

Hevdîtin li paytexta Îmarata Erebî Abu Dabi çêbûye û di hevdîtinê de peywendiyên navbera Tirkiye û Îmaratê û derfetên hevkariya aborî hatine nirxandin. Di hevdîtinê de Balyozê Abu Dabi yê Tirkiye Tugay Tunçer, Alîkarê Wezîrê Xezîne û Darayî Zekeriya Kaya û Rêveberê Giştî yê Efrîqeya Bakur û Rojhilata Navîn ser bi Wezareta Derve Can Dizdar jî amade bûye.

Banka Navendî ya Îmaratê  sala borî ligel  piştî daketina bilez a nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar û diravên biyanî   peymaneke Swapê (pevguherîna pere)  ya bi bihayê 64 milyar lîre ligel Banka Navendî ya Tirkiyê îmze kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst