Hilbijartinên Yunanistanê: Mitsotakis bi ser ket lê dibe ku hilbijartin dubare bibin

22-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Yunanistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên giştî yên Yunanistanê, Partiya Demokrasiya Nû ya bi serokatiya Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis bi rêjeya ji sedî 40ê dengan bû partiya yekemîn lê li gor sîstema nû ya hilbijartinan dibe ku dengdêr careke din biçine ser sindoqan.

Li gorî amarên Wezareta Navxwe ya Yunanistanê, rêjeya beşdariya hilbijartinan a ku bi qasî 9 milyon û 800 hezar dengdêrên tomarkirî hene, ji sedî 60,87 bû.

Li gorî encamên sindoqên ku ji sedî 98,30 hatin vekirin, di parlamentoya 300 kursî de Partiya Demokrasiya Nû bi ji sedî 40,80 dengan 146 kursî bi dest xist.

Partiya opozîsyonê ya sereke Hevpeymaniya Çep a Radîkal (SYRIZA) ji sedî 20,06 dengan wergirt û bi 71 kursiyan di rêza duyemîn de ye.

Hevpeymaniya PASOK-KINAL a ku di hilbijartinan de bû sêyemîn, bi rêjeya ji sedî 11,49 dengan 41 kursî bi dest xist.

Piştî Hevpeymaniya PASOK-KINAL, Partiya Komunîst a Yunanistanê (KKE) bi rêjeya ji sedî 7,22 dengan 26 kursî, Partiya Çareseriya Yunanistanê jî bi rêjeya ji sedî 4,45 dengan 16 kursî bi dest xist.

Bi amarên herî dawî hejmara partiyên ku dikarin di Parlamentoya Yunanistanê de xwedî kursî bin bûne 5.

Rêjeya beşdariya dengdêran ku di hilbijartinên giştî yên Tîrmeha 2019an de ji sedî 57,78 bû, di van hilbijartinan de derket ji sedî 60,87an.

Partiya Demokrasiya Nû li 59 herêmên hilbijartinê yên seranserî Yunanistanê di 58 herêmên hilbijartinê de partiya yekem bû, SYRIZA tenê li herêma Rodopê, di hilbijartinê de bû yekem partî.

Mitsotakis peyama dubarebûna hilbijartinê da

Mitsotakis di axaftina xwe ya piştî serketina hilbijartinê de diyar kir ku gel hikûmeteke bi hêz ku 4 salan li ser desthilatdariyê bimîne dixwaze û peyama bi wê yekê da ku hilbijartin dubare bibin.

Mitsotakis ji girseya li ber avahiya navendî ya partiya xwe kom bûn re axivî û got, “Em ê bi hev re dest bi têkoşînê bikin ku wê ji sibe dest pê bike û heta hilbijartinên pêş me bidome. Gel ji niha ve biryara xwe daye. Bila hêza Demokrasiya Nû bi awayekî matematîkî jî pejirandin.”

Li gorî sîstema nû ya hilbijartinên Yunanistanê dibe ku cara duyemîn biçin ser sindoqan

Li gorî sîstema hilbijartinên ku îsal cara yekem li Yunanistanê hat pêkanîn, heger encamên sindoqan nehêlin ti aliyek bi tena serê xwe bibe desthilatdar, dê hevdîtinên ji bo koalîsyonê bên kirin. Heger ji bo koalîsyonê lihevkirinek pêk neyê, dê gel cara duyemîn biçine ser sindoqan.

Dema ku dengdêr ji bo cara duyemîn diçin ser sindoqan, bi şertê ku herî kêm ji sedî 25ê dengan bi dest bixe, 20 kursiyên din jî ji bo partiya sereke tên dayîn.

Li gorî encamên nefermî, heger Partiya Demokrasiya Nû ya ku 146 kursiyên wê di parlamentoyê de hene, ji bo cara duyemîn heman rêjeya dengan bi dest bixe, tê pêşbînîkirin ku hejmara kursiyên wê ji 160 kursiyan derbas bibe û bi tena serê xwe bibe desthilatdar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst