Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Rûdawê li ser vexwendina Koşka Spî dê bi firokeya taybet a serokatiya Amerîkayê geştên Serok Biden bo Belcîka û Polondê bişopîne
Serokê Amerîkayê Joe Biden dê 24ê Adarê roja Pêncşemê li Bruksela paytexta Belcîkayê beşdarî Lûtkeya NATO, G7 û Yekîtiya Ewropayê (YE) bibe.
Serok Biden dê 25ê Adarê roja Înê biçe Varşovaya paytexta Polandêê û li wir bi hevtayê xwe yê Polondî Andrzej Duda re bicive.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin dê di serdanên Biden de cih bigre.
Rûdaw jî hat vexwendin
Koşka Spî Rûdawê jî vexwand ku serdanên Biden ên Ewropayê ji nêz ve bişopîne. Nûçegihanê Rûdawê Roj Elî Zalla û kameraman Sean Boyce bi balafira taybet a Serok Biden ber bi Brukselê ve birê ketin.
Rûdaw dibe yekemîn dezgeha medyaya Kurdî ku ji aliyê Koşka Spî ve bo serdanên Serokê Amerîkayê hatiye vexwendin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse