Dresden (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Keskan a Almanyayê Qasim Tahir Salih ji bo parastin û berdewamiya kursiya xwe ya parlamentoyê kampanyayên xwe yên hilbijartinê didomîne.
Qasim Tahir li bajarê Dresdenê di nav xebatên hilbijartinê de beşdarî gelek çalakiyan dibe û bi nêrgizên ku sembola hatina biharê ne kampanyaya xwe dimeşîne.
Parlamenterê Kurd di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re diyar kir ku çêkirina komeke parlamenter a taybet ji bo Kurdan û xurtkirina dengê wan di parlamentoyê de yek ji serkeftinên wî ye.
Qasim Tahir got, "Civaka Kurd a herî mezin a diyasporayê li Almanyayê ye.
Min cara yekem di dîrokê de komeke parlamenter ji bo Kurdan li parlamentoya Almanyayê ava kir û me dengê Kurdan xurttir kir."
Parlamenterê Kurd derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî wiha got:
"Rewşa li Rojava niha gelekî aloz e. Wezîra me ya Karên Derve Annalena Baerbock destpêka salê li Sûriyeyê bû û li rewşê temaşe kir.
Wê got eger em piştgiriya Sûriyeyê bikin, divê ya demokratîk be û divê hemû kêmîne li ser masê rûniştî bin. Ev kêmîne Xiristiyan, Cihû û bi taybetî jî Kurd in.
Bêyî Kurdan, Sûriyeyeke seqamgîr li siberojê ava nabe."
Qasim Tahir wekî endamekî Partiya Keskan (Die Grune) ji bo kursiyê xwe yê li Parlamentoya Almanyayê biparêze di hilbijartinên 23yê Sibatê de namzed e û îtîmaleke mezin heye dîsa bê hilbijartin.
Qasim Tahir Salih parlamenterê Partiya Keskan e
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 21, 2025
Di van salên dawî de ji bo diyasporaya Kurdî û ji bo Kurdistanê jî gelek kar kiriye
Di vê hilbijartinê jî de xwe kiriye namzed û dixwaze ji bo Almanya û Kurdan bixebite pic.twitter.com/KGS1VD3kp3
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse