Krîzeke nû ya Almanya û Tirkiyeyê: Çavê her kesî li Komîsyona Ewropayê ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Di navbera Tirkiye û Almanyayê krîza donerê derketiye / Wêne: Ji dîmenan
Di navbera Tirkiye û Almanyayê krîza donerê derketiye / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Almanya Tirkiye Krîz Doner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Krîzeke nû ya donerê di navbera Almanya û Tirkiyeyê de derketiye û Komîsyona Ewropayê dê biryarê bide.

Donera ku li vir jê re dibêjin “gez” û li Yûnanistanê dibêjin “gîros”, êdî xwarineke cîhanî ye.

Lê niha di navbera Enqere û Berlînê de bûye sedema krîzeke nû.

Tirkiyeyê nîsana îsal serî li Yekîtiya Ewropayê dabû û xwestibû ku ew xwarin bi şêwazê ku li Tirkiyeyê tê çêkirin, wekî tameke taybet li ser navê wê bê tomarkirin.

Tirkiyeyê her wiha dixwaze ku donerfiroş jî pabendî wan taybetmendiyan bin ku di serlêdanê de hatine diyarkirin. 

Li aliyê din Alman jî dibêjin, doner li welatê wan ji aliyê hemû çîn û tebeqeyên civakê ve tê xwarin û bi gelek şêweyên cuda tê çêkirin û ew êdî xwarineke Almanî ye.

Wezareta Xorak û Çandiniyê ya Almanya jî li dijî daxwaza Tirkiyeyê derketiye lê çavê her kesî li Komîsyona Ewropayê ye.

Ew dê 24ê vê mehê biryarê li ser serlêdana Tirkiyeyê bide û dawî li vê nakokiyê bîne.

“Berlîn paytexta donerê ye”

Xwediyê Xwaringeha Donerê Denis Buchholz got:

“Xelk dibêje ji bilî Tirkiyeyê, Berlîn paytexta donerê ye. Ev xwarin 50 heta 60 sal berî niha hatiye Berlînê.

Ev xwarin di nav xelkê Almanyayê de bûye xwarineke serekî.

Bi nêrîna min niha ji cadeyên Berlînê heta hikûmet û Şêwirmendê Almanyayê hemû li vî welatî donerê dixwin.”

Di dosyeya serlêdanê ya Tirkiyeyê de ji baharat heta dirêjiya şîşa donerê û temenê ajelên ku goştê wan ji bo donerê tên bikaranîn tarîfeke berfireh heye.

Her wiha  û çendîn teybetî jî hatine diyarkirin. 

Tirkiye dixwaze doner êdî li Ewropa û Almanya bi tarîfa wê bê çêkirin.

Almanyayê îtîrazî daxwaza Tirkiyeyê kir

Almanya ji vê yekê ne razî ye û Wezareta Xorak û Çandiniyê ya wî welatî îtîrazî daxwaza Tirkiyeyê kiriye.

Denis Buchholz her wiha got:

“Dema kebaba donerê li vir hat çêkirin, destpêkê wiha hat hizirkirin ku hemû Alman nan li gel xwarinê dixwin.

Ji ber wê kebab di nav nan de hat çêkirin. Ji ber wê bi nêrîna min êdî ne hewce ye em ji van sereastkirinên ku behsa wan tê kirin bitirsin.”

 

Tê pêşbînîkirin ku Komîsyona Ewropayê 24ê Îlonê biryarê li ser serlêdana Tirkiyê ya ji bo donerê bide lê li gel Almanyayê 11 serlêdanan nerazîbûnê li ser daxwaza Tirkiyeyê hene.

Eger daxwaza Enqerê bê qebûlkirin donerfiroşên Almanya û welatên Ewropayê divê pêbendê wan taybetiyan bibin ku Tirkiyeyê ji bo çêkirina donerê diyar kirine.

Eger na neçar in an navê wê biguherin an jî li gel Tirkiyeyê li ser mijarê li hev bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst