Almanyayê hişyarî da welatiyên xwe yên diçin Tirkiyeyê

11-08-2024
RÛDAW
Nîşan Almanya Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Almanyayê di daxuyaniyekê de  hişyarî da welatiyên xwe yên diçin Tirkiyeyê.

Wezareta Karên Derve ya Alamanyayê li ser malpera xwe fermî danezenake hişyariyan ji bo welatiyên xwe yên ku diçinTirkiyê belav kir û tê de çend hişyarî dan welatiyên xwe yên.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji welatiyên xwe yên diçin Tirkiyeyê xwest ku bi taybetî di mijarên azadiya raderbirînê, bikaranîna medyaya civakî û beşdariya çalakiyên siyasî de baldar bin û got:

“Di bikaranîna medyaya civakî de baldar bin”

“Ew raderbirîn û çalakiyên li gorî hiqûqa Almanyayê di çarçoveya mafê raderbirînê de ne, dibe ku bibe sedema cezayan û ji ber wê yekê xwe ji çalakiyên siyasî û mîtîngan dûr bixin.”

Herwiha Wezareta Karên Derve ya Almanyayê got:

“Girtina kêfî ya welatiyên Almanyayê, sepandina qedexeya derve li ser wan an jî rêgirtina li çûna wan a ji bo nav Tirkiyeyê hêjî ji wan rewşan in ku em rûbirû dibin.

Yên ku berî niha bêyî pirsgirêk dikarîbûn çûnûhatina welat bikin dikarin ji ber tawanbarkirinên demên berê an jî tawaneke nû carek din bên girtin.”

Di berdewamiya danezana hişyariyan de Wezareta Karên Derve ya Almanyayê got:

“Di gelek lêpirsînan de ew aliyên wekî rêxistinên terorî tên polînkirin, (wekî mînak PKK û Tevgera Gulen ku li Tirkiyeyê wekî rêxistina terorî tê qebûlkirin) propaganda, piştevanî û endamtiya wan li ser gumanê ye.

Hêzên ewlehiya Tirkiyeyê derbarê ew kesên li Almanyayê niştecih in de, lîsteyên berfireh digirin û ev kes bêyî ku lêpirsîneke berfireh a destpêkê lgel wan bê kirin rastî tedbîrên hêzên ewlehiyê tên.”

“Çalakiyên derbarê pirsa Kurd de dikare bibe sedema girtinê”

Wezareta Karên Derve ya Almanayê derbarê bikaranîna medyaya civakî de jî hişyarî daye welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê an jî plana çûna Tirkiyeyê  dikin û got:

"Ew raderbirînên asayî, parvekirin, şîrovekirin û ecibandin (like) ên li ser medyaya civakî ku li Almanyayê di çarçoveya mafê raderbirînê de ne lê ji ber pênaseya berfireh a terorê ya li Tirkiyeyê ku li gorî Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê li dijî serweriya hiquqê ne, dikarin bibin sedema lêpirsînê.

Li Almanyayê beşdarbûna çalakiyên derbarê pirsa Kurd de û endamtiya komaleyek yasayî jî dikare bibe sedema girtinê an jî astengkirina çûn an jî derketinê, eger ev endamtî berî bi salan jî hatibin kirin.”

“Xwe ji çalakiyên siyasî dûr bixin

Wezareta Derve ya Almanyayê  wiha pê de çû, “Em pêşniyar dikin hûn xwe ji çalakiyên siyasî, mîtîng û qelebalixiyên mezin dûr bixin.

Ew nerînên ku li Alamanyayê bi asayî tên gotin û çalakiyên tên kirin, wekî mîna îmzekirina daxwaznameyeke derbarê pirsa Kurd de, dikare wekî li dijî hikûmetê bê dîtin û ji ber vê yekê ceza bê dayîn.

Heman rewş ji bo rexneyên ku li ser medyaya civakî li hikûmetê tên girtin jî wiha ye.

Parvekirin an jî ecibandina tiştekî biyanî jî dikare bibe sedema vê yekê.

Bi rêya îxbarên anonîm û şîroveyên taybet jî ev yek dikare ji hêzên ewlehiya Tirk re bê gotin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst