Stockholm: Roja Referandûma Serxwebûna Kurdistanê tê pîrozkirin

2 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Barzan Koçkaya beşdarî bernameya Diyasporayê bû
Barzan Koçkaya beşdarî bernameya Diyasporayê bû
Nîşan Referandûma Serxwebûna Kurdistanê Stockholm
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Îro li Stockholma paytexta Swêdê heftemîn salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê tê pîrozkirin.

Hejmarek rêxistin û saziyên Kurdî yên bibandor li pişt vê çalakiyê ne.

Ji bilî kesayetiyan, ji Federasyona Komeleyên Kurdî ya Swêdê, Navenda Revenda Kurdistanî ya Swêdê û her wiha Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdî ya Swêdê pêk tên.

Van hêzan plan kiriye ku îro ji bo diyasporaya Kurdî li Swêdê bikin rojeke tijî muzîk û stran û xurtkirina hesta bihevrebûnê û her wiha hesta neteweyî.

Yek ji organîzatorên çalakiya Stockholmê Barzan Koçkaya beşdarî bernameya Diyasporayê bû û behsa çalakiyê kir.

Berzan Koçkaya li ser çalakiyê got:

“Bibîranîna Referandûma Serxwebûna Kurdistanê rojeke neteweyî ye û divê ev roj bi fermî bibe rojeke neteweyî.”

Li ser pirsa gelo kî dikare beşdarî çalakiyê bibe, Barzan Koçkaya da zanîn:

“Her kes dikare beşdarî çalakiya Referandûma Serxwebûnê bibe, çi Kurd be yan jî ne Kurd be.”

“Nifşê nû ji hesta niştimanî dûr ketiye”

Barzan Koçkaya eşkere kir ku çend hunermend û stranbêj jî dê beşdarî çalakiyê bibin û wiha pê de çû:

“Ji bilî bibîranînê, armanca me ji salvegerê ew e ku em hesta Kurdayetiyê û girêdana niştimanî di dilê nifşê nû yê Kurdên li derve de biçînin û tîr bikin.

Ji ber ku nifşê nû yê Kurdên li Ewropayê ji hesta niştimanî dûr ketiye û nehatiye fêrkirin, loma em dixwazin bi rêya vê çalakiyê wan hîn bikin.”

Roja 25ê Îlona 2017an Referandûma Serxwebûna Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hat kirin.

Di wê giştpirsiyê de ji sedî 93yê xelkê dengê Erê da serxwebûna Kurdistanê ya ji dewleta Îraqê.

Lê paşê ji ber zext û guvaşên dewletên cîran û her wiha hikûmeta wê çaxê ya Îraqê û beşeke civaka navneteweyî encama giştpirsiyê nehat naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst