Antartîka dihele: ‘Gefeke mezin e!’

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Antartîka Helîna Qeşayan Gef
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Herêmên qeşayî yên başûrê goka erdê Antartîka roj bi roj dihele.

Tîmeke hevbeş a Brîtanya û Amerîkayê li ser bilezbûna helîna qeşayên Antartîkayê hişyarî da.

Lêkolînerê Zanîngeha Coloradoyê Ted Skambos li ser helîna qeşayan got:

“Tişta em gihiştinê ew e ku helîna çiyayên qeşayî yên herêma Antartîkayê gefeke mezin e li ser bilindbûna asta ava deryayê.

Ev gef niha dernakeve û em dê dawiya vê sedsalê wê gefê bibînin û hest pê bikin.”

Ji sala 1990an ve 3 trîlyon ton qeşa ji çiyayên qeşayî yên başûrê goka zeviyê heliyane.

Ji ber wê jî asta ava deryayê 8 mîlîmetreyan bilind bûye.

Pispor hişyariyê didin eger helîna çiyayên qeşayî yên başûr bi awayê niha berdewam be heta dawiya vê sedsalê beşek ji wan namînin.

“Guhertinên mezin çêbûne”

Lêkolînerê Zanîngeha Coloradoyê Ted her wiha anî ziman:

“Çiyayên qeşayî yên rojavayê Antartîkayê gelekî mezin in.

Bi qasî hemû giravên Brîtanyayê yan wîlayeta Florîdayê ya Amerîkayê ne.

Helîna wan wiha kiriye ku gefeke rasterast li ser asta ava deryayê çêbibe û li beşeke Antartîkayê guhertinên mezin çêbûne.”

Sedema sereke ya helîna çiyayên qeşayî yên başûrê goka zeviyê guherîna avhewayê û germbûna erdê ye.

Ev yek li ser welatên ji asta deryayê nizm, wekî gefeke cidî tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst