Hilbijartinên Yunanistanê; mijara sereke koçber in

21-05-2023
RÛDAW
Hilbijartinên Yunanistanê; mijara sereke koçber in
Hilbijartinên Yunanistanê; mijara sereke koçber in
Nîşan Hilbijartinên Yunanistanê Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro hillbijartinên Parlamentoya Yunanistanê birêve diçin û welatiyên Yunanistanê diçine ser sendoqên dengdanê. Pirsa koçberan yek ji mijarên herî germ ên bangeşeyên hilbijartinan bûn.

Partiya rastgir a Yunanistanê soz daye ku ew ê siyaseteke tundtir li dijî koçberan bimeşîne.

Îro her welatiyekî Yunanî yê diçe ser sindoqên dengdanê, bîr li du tiştan dike, dixwazin sînorê welatê wan li ber koçberan bêne tundkirin, yan dixwazin pêşwaziyê li wan hemû kesan bikin ku, ji ber hejarî û xirabiya guzeraniyê ji welatên xwe direvin û berê xwe didine Ewropayê.

Yên ku ji çareya koçberan hez nakin, ji Kiryakus Mitsotakis û partiya wî ya nîvrast baştir bidest wan nakeve, ku di desthilatê de bimînin.

Serokê Partiya Demokrasiya Nû Kiryakus Mitsotakis anî ziman, “Li ser heman nerînan em berdewam dibin ku piştrast bin sînorên me diparêzin, ew jî bi rêya siyaseta koçberiyê ya tundûtole. Weke hikûmeta berê siyaseta himbêzkirinê li cem me nîne. Lê ev nayê wê wateyê ku em bi tevayî rêzê li binemayên bingehîn nagirin.”

Partiya Sîrîza, partiya opozsiyonê bi serkirdayetiya Aliks Sipras, ew serokwezîrê ku di 2015yan de pêşwazî li koçberan kir, di bangeşeyeke çirûpir a li dijî partiya desthilatê de bû.

Sipras soz daye eger wî hilbijêrin, siyaseteke miyanrew li beramber koçberan digire û bîrokeya wî ku wî dîwarî jî pûç bike, ku Mitsotakis bi dirêjiya 192 kîlometreyan ji sînorê xwe ligel Tirkiyê heta 2026an biserî bike.

Serokê opozisyona Yunanê Alexis Tsipras got, “Ew welatiyên ku li ber sindoqên dengdanê di xuleka dawî de biryarê didin, bîr li hemû wan nexwşiyan dikin ku tê re derbas bûn û dibêjin, li vê derê em dawiyê bi wê şeperzebûnê tînin.”

Sala 2019an, di dawîtirîn sala Alexis Tsipras de, 80 hezar û 454 koçber û penaber gihiştin Yûnanê.

Bi amaran diyar e, heta ber bi desthilata Mitsotakis ve diçe, hejmara koçberan kêm dibe û di 2022yan de, heta 12 hezar û 758 koçberî daketiye.

Partiya desthilatê di vê hilbijartinê de, di rewşa berevaniyê de ye, ew ji aliyê opozsiyonê ve, bi hevahengîkirin ligel çete û grûpên tawankar û şopandina siyaseta li dirî koçberan û herwiha bilindbûna asta bêkariyê tê tometbarkirin, lê ligel wê yekê jî, li gorî rapirsiyeke Polotîko, Partiya "New Demokrasî" 36% ji dengan tîne û Partiya Sîrîza 29%.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst