Zelenskyy: Em ji bo peymaneke xurt a bi Trump re amade ne

21-02-2025
Nîşan Volodymyr Zelenskyy Ukrayna Donald Trump Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy got "Ukrayna ji bo peymaneke xurt û bikêrhatî ya bi Serokê Amerîkayê (Donald Trump) re amade ne."

Serokkomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî de da zanîn ku wî li Kievê bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Ukrayna û Rûsyayê Keith Kellogg re hevdîtinek kiriye.

Zelenskyy eşkere kir ku di hevdîtinê de rewşa eniyê, vegerandina dîlên Ukraynayî û garantiyên ewlehiyê yên bibandor ku pêdiviya welatê wî bi wan heye hatine gotûbêjkirin û got:

"Pêhesîna hêza Amerîkayê ji bo me û hemû cîhana azad girîng e."

Wî destnîşan kir ku Ukrayna ji "xuleka yekem" a şer ve li pey aştiyê ye û diyar kir:

"Ukrayna ji bo peymaneke xurt û bi rastî bikêrhatî ya veberhênan û ewlehiyê ya bi Serokê Amerîkayê (Donald Trump) re amade ye.

Me rêya herî bilez û avakar a gihiştina encamê pêşniyar kir. Tîma me amade ye ku bi şev û roj bixebite."

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ji ber piştgiriya wan spasiya aliyê Amerîkayê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst