Amerîka: Em ji biryarên Doza Kobaniyê dilgiran in

20-05-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew ji biryarên Doza Kobaniyê dilgiran in.

16ê Gulanê 22yemîn Dadegeha Cezayên Giran a Sîncanê ya Enqereyê biryarên Doza Kobaniyê eşkere kir.

Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê dihatin darizandin û 18 ji wan girtîbûn.

Dadgehê bi hinceta 47 tawanên cuda bi giştî 42 sal cezayê zîndanê da hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û 30 sal ceza jî da Fîgen Yuksekdagê.

Amet Turk bi 10 salan û bi dehan siyasetmedarên din jî bi dehan salan hatin cezakirin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bersiva pirsa Rûdawê ya derbarê Doza Kobaniyê da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser pirsa Rûdawê got:

“Em van dozan ji nêzîk ve dişopînin. Em ji ber wan biryaran dilgiran in.

Amerîka piştgiriya xwe ya temamî ji bo azadiya derbirînê ya li Tirkiyeyê dubare dike û li dijî kiryarên dibin sedema binpêkirina mafê axaftinê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst