AMERÎKA - Encûmena Nûneran alîkariya ji bo Îsraîl, Ukrayna û Taywanê qebûl kir

20-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Ukrayna Îsraîl Taywan Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Nûneran a Amerîkayê, projeyasaya dayîna alîkariyê ya 95 milyar dolaran a ji bo Ukrayna, Îsraîl û Taywanê qebûl kir.

Encûmena Nûneran a Amerîkayê ku hejmara Komarparêzan lê zêde ye, projeyasaya dayîna alîkariyê ya 95 milyar dolaran a ji bo Îsraîl û Taywanê pejirand.

Ew projeyasa zêdeyî 6 mehan bû li Encûmena Nûneran a Amerîkayê bû û Ukrayna jî li benda wê alîkariyê bû.

Serokê Encûmena Nûnerên Amerîkayê Mike Johnson ku bi xwe jî Komarparêz e, li ser projeyasaya alîkariyê piştgirî da Demokratan.

Mike Johnson ji endamên partiya xwe xwest ku piştgiriyê bidin projeyasayê.

311 nûneran dengê belê û 122 nexêr dan projeyasayê.

Tê çaverêkirin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden û Senatoya Amerîkayê jî 23yê mehê projeyasaya alîkariyê pesend bikin.

Li gorî zanyariyan, bi pesendbûna projeyasayê li Senatoyê dê 61 milyar dolar alîkarî ji bo Ukraynayê, 26 milyar dolar alîkarî ji bo Îsraîlê û 8 milyar dolar alîkarî jî ji bo ewlehiya herêma Hind-Pasîfîkê (Taywan) were xerckirin.

Biden: Ez piştgiriyê didim vê paketa alîkariyê

Biden li ser derbasbûna projeyasayê diyar kir ku ew piştgiriyê dide wê projeyasaya alîkariyê ya ku ji aliyê Serokê Meclîsa Nûneran Mike Johnson ve hatiye pêşkêşkirin.

Serokê Amerîkayê di daxuyaniyeke nivîskî de got:

"Ez piştgiriyê didim vê pakêta alîkariyê ku dê piştgiriya krîtîk bide Îsraîl û Ukraynayê.

Herwiha dê alîkariya însanî ji Filistîniyên li Xezeyê re bike û li herêma Hind-Pasîfîkê ewlehî û îstiqrara xurt bike."

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky demek e eşkere dike ku ji bo ew bikaribin li dijî Rûsyayê şer bidomînin ew li hêviya alîkariyên Amerîkayê ne.

Zelensky diyar kir ku eger Amerîka û NATO alîkariya pêwîst bidin dê hêzên Ukraynî li hemberî Rûsyayê dest bi êrişeke berfireh bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst