Hewlêr (Rûdaw) - Vladimir Putin got, "Divê Pirsgirêka Kurdan bê çareserkirin. Divabû di çarçoveya Sûriyeyê de di serdema Beşar Esad de bihata çareserkirin, niha jî divê rayedarên ku axa Sûriyeyê kontrol dikin çareser bikin."
Her wiha Putin diyar kir, piştî ku Esed çûye Moskowê heta niha pê re hevdîtin nekiriyê lê belê plan dike ku wî bibîne.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser mijara welêt û cihanê bersiva pirsên medya û xelkê da.
Putin di bernameya bi navê "Xeta Rasterast" a ku her sal saz dike û çapemenîyên xwecihî û biyanî beşdar dibin de derket pêşberî kamerayan.
Serokê Rûsyayê xwest ku Pirsgirêka Kurdan bi desthilatdarên ku axa Sûriyê kontrol dikin re were çareserkirin û her wiha behsa mijara ewlekariya Tirkiyeyê jî kir.
"Divê pirsgirêka Kurdan were çareserkirin"
Vladimir Pûtin li ser pirsa Kurd wiha axivî:
"Divê Pirsgirêka Kurdan were çareserkirin. Divabû di çarçoveya Sûriyeyê de di serdema Serokê Dewletê (Beşar) Esad de bihata çareserkirin, niha jî divê rayedarên ku axa Sûriyeyê kontrol dikin çareser bikin.
Divê bi awayekî ewlehiya Tirkiyeyê bê dabînkirin, em di vê hişmendiyê de ne."
Li aliyê din Vladimir Putin diyar kir ku ew bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re tim di nava têkiliyan de ne û pê re li ser rewşa Filistîn, Sûriye û Rojhilata Navîn diaxivîn.
Serokê Rûsyayê Putin wiha pê de çû:
"Tirkiye, di bin ronahiya bipêşketinên li Sûriyeyê ji bo dabînkirin ewlehiya sînorên xwe yên başûr, ji bo avakirina şert û mercên ji bo vegera penaberan ji xaka xwe ji bo herêmên din ên Sûriyeyê ku defakto di bin kontrola Tirkiyeyê de ne, dibe ku ji bo bûyîna Kurdan ji sînorên xwe dûr bixe her tiştî dike.
Ev hemû mimkinn in û dibe ku heta radeyekê werin pêkanîn."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse