Annalena Baerbockê bangî Tirkiyeyê kir: Kurdan tevlî pêvajoyê bikin

10 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Annalena Baerbock Tirkiye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Annalena Baerbockê berî serdana xwe ya Tirkiyeyê bangî Enqereyê kir û got ku divê Kurd ji pêvajoya aştiyê ya Sûriyeyê neyên dûrxistin..

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê li Parlamentoya Federal ragihand ku ku ew dê li Tirkiyeyê vê mijarê "bi awayekî pir zelal" bîne rojevê.

Annalena Baerbockê da zanîn ku Kurd jî wekî Almanyayê, li Sûriyeyê beşek in ji Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê (Koalîsyon) û got:

"Ji ber vê yekê beşdarkirina hemû komên li Sûriyeyê ya pêvajoyê ji bo berjewendiyên me yên ewlehiya neteweyî pêwîstiyek e."

Baerbockê tekez kir ku ji bo derbasbûneke aştiyane divê mafên hemû civakê yên etnîkî û olî li ber çavan bên girtin.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê her wiha anî ziman ku divê di rêya aştiyê de bi hevkarên cuda re li ser heman armancê bên ba hev û got:

"Eger em ber bi aliyên cuda ve biçin, em nikarin bikevin ser rêya aştiyê."

"Kobanî sembola têkoşîna qehremaniya Kurdan e"

Baerbockê 17ê Kanûna Pêşîn jî li ser Kobaniyê peyamek belav kiribû û bajarê Kobaniyê wekî sembol bi nav kiribû û gotibû:

"Kobanî sembola têkoşîna qehremaniya Kurdan a li dijî DAIŞê ye.

Piştî şerê 14 salan, tişta herî dawî ku divê mirov bike rijandina xwînê ye.

Ji bo parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê û hêviya aştiyê berpirsyariya Tirkiyê jî heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst