Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 26 dronên Ukraynayê ku li herêmên Rûsyayê difiriyan hatine îmhekirin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat destnîşankirin ku Ukraynayê hewl daye bi dronên li axa Rûsyayê êrişan li dar bixe.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji aliyê pergalên parastina asîmanî ya Rûsyayê ve 26 drone hatine îmhekirin.
Her wiha hat ragihandin ku ji wan dronan 10 li Bryansk, 5 li Voronej, 4 li Leningrad, 3 li Smolensk, 2 li Pskov û yek li Kursk yek jî li Belgorodê ketiye xwarê.
Ajansa Veguhastina Asîmanî ya Federal a Rûsyayê (Rosaviatsiya) jî ragihand ku geştên ji Balafirgeha Pulkovoya li bajarê St. Petersburgê ji ber hewlên êrişên bi dronan ên Ukraynayê bi sedema ewlehiyê bi awayekî demkî hatine rawestandin û piştî demekê dîsa dest pê kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse