Pentagon: Em rewşa Kobaniyê ji nêzîk ve dişopînin

4 demjimêr berê
Patrick S. Ryder / Wêne: AFP
Patrick S. Ryder / Wêne: AFP
Nîşan Patrick S. Ryder Kobanî HSD Tirkiye Komên Çekdar Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder got, “Em rewşa Kobaniyê û guftûgoyên agirbestê yên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û komên din de ji nêzîk ve dişopînin.”

Piştî ku li herêmê tevgera kom û komikên çekdar û artêşa Tirkiyeyê zêde bûye îhtimala ku ew êrişî Kobaniya Rojavayê Kurdistanê bikin li rojevê ye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî doh ragihand ku ew ji bo avakirina “herêmeke bêçek” amade ne.

Berdevkê Wezareta Parastînê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick S. Ryder di kongreya rojnamegeriyê de pirsa li ser vê mijarê bersivand.

Patrick S. Ryder amaje pê kir ku ji bo agirbestê hevdîtin hene û ew wan hevdîtinan û rewşa Kobaniyê dişopînin.

Pirsa rojnameger û bersiva Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder wiha ne:

Rojnameger: Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêşniyar kir ku herêmeke bêçek were avakirin û hêzên ewlehiyê di bin çavdêriya Amerîkayê de bin. Ma haya Amerîkayê ji vê heye û Amerîka dikare hinek hêzên din bişîne wê herêmê?

Patrick S. Ryder: Em rewşa Kobaniyê û guftûgoyên agirbestê yên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û komên din de ji nêzîk ve dişopînin.

Li gorî min, berjewendiya hemûyan di vê de heye ku komên li herêmê rewşê wiha bikin ku xelk karibe ji dema rejîma Esed baştir bijî.

Hebûna Amerîkayê ya li Sûriyeyê ji bo têkbirina DAIŞê ye û ev dê wekî armanca me bimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst