Binavbûna keştiya koçberan ku 700 rêwî tê de bûn bû sedema karvedanan

17-06-2023
RÛDAW
Wêneyê herî dawî yê keştiyê ku binav bûye
Wêneyê herî dawî yê keştiyê ku binav bûye
Nîşan Yunanistan Binavbûn Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Yunanistanê keştiya bi 700 koçberan binav bû û bi dehan kes mirin û bi sedan kes jî winda bûn, li hundir û derveyê Yunanistanê bû sedema bertekan.

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Vincent Keshetel got, “Ji wêneyê diyar dibe ku keştî qerebalix bûye û nekariye pir dûr biçe, diviyabû pasêwanên Yunanistanê destûr nedana ku biçe.”

Nêzîkî 40 hezar koçber ji destpêka îsal ve ji Deryaya Spî re derbasî Îtalyayê bûne lê di heman demê de nêzîkî 1300 koçber di Deryaya Spî de xeniqîne.

Vincent Keshetel anî ziman, “Tiştê ku me di van çend mehên borî de dît ev e, pasewan çavên xwe ji şert û mercên xirab ên keştî û belemên koçberan re digirin û carinan jî alîkariya wan dikin ji bo ku ji herêma xwe derbixin û derbasî herêma Îtalyayê bibin. Ev karekî bêberpirsyarî ye.”

Beşeke Yunanan ji siyaseta welatê xwe ya koçberiyê bêzar in. Ji ber xeniqîna wan koçberan bi hezaran niştecihên Atînayê daketin kolanan û hêzên ewlehiyê çûne ser wan. Ew rayedarên Yunanistanê û polîtîkayên nû yên dijwar ên Yekitiya Ewropayê wek tawanbarên wê karesatê bi nav dikin.

Heta niha nayê zanîn ku di keştiya binavbûyî de hêjmara giştî ya miriyan çend e. Vê yekê rayedarên Yunanistanê û opozîsyon anîne ser xetê û dibe ku tedbîrên nû li dijî koçberên ku bi rêya deryayan dixwazin biçine Ewropayê werin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst