Polonya sînorên xwe bi Belarûsê re tundtir dike

18-05-2024
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Polonya Belarûs Sînor Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku hejmareke kêm a koçberan ji sînorên Polonyayê derbasî Yekîtiya Ewropayê dibe jî Warşowa dixwaze sînorên xwe yên bi Belarûsê re tundtir û asêtir bike.

Havîn li ber derî ye û Polonya ji sînorên xwe ditirse.

Ji ber vê yekê, ew xwe ji niha ve amade dike ku pêşî li koçberiya girseyî ya ber bi sînorên xwe ve ji hêla Belarûsê bigire.

Wezîrê Parastinê yê Polonyayê diyar kir ku wan ji bo tundkirina sînoran, budceyeke bêmînak di dîroka Polonyayê de diyar kiriye.

Tevî ku wî budce eşkere nekir jî lê Polonyayê berê ji bo çêkirina sênceke bi bilindahiya pênc metre û nîvan 407 milyon euro xerc kiribû.

Berî niha hatibû ragihandin ku Rûsya hêsankariyan ji bo welatiyên Îranê û hin welatên din dike ji bo ku bê vîze herin wî welatî û ji wir, bi rêya Fînlandayê xwe bigihînin Ewropayê.

Ji ber vê yekê ev demeke dirêj e ku Fînlandayê sînorên xwe yên bi Rûsyayê re girtiye.

Her çend di çar mehên pêşîn ên îsal de tenê hezar û 432 kesan hewl daye ku ji sînorên Polonyayê derbas bibin, li Polonyayê jî tirs heye ku senaryoyeke bi vî rengî xwe dubare bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst