Hinek koçberên ji Rojavayê Kurdistanê li Belarûsê asê mane

26-11-2023
RÛDAW
Nîşan Koçber Rojavayê Kurdistanê Belarûs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hinek koçberên ji Rojavayê Kurdistanê ku dixwest biçin welatên Ewropayê, li bajarê Minskê yê Belarûsê asê mane.

Çend xortên ji Rojavayê Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê bûn, berê xwe dabû Belarûsê.

Wan dixwest berbasî Polonya û Latviyayê bibin ji bo ku biçin Almanya û welatên din ên Ewropayê.

Lê ew ji aliyê nobedarên sînorî ve hatin girtin û niha li paytexta Belarûsê bajarê Minskê asê mane.

Yek ji koçberan ê bi navê Hemîd Darî ji Belarûsê beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa rewşa koçberên asê mane kir.

Hemîd Darî da zanîn ku ew meha Çiriya Pêşînê ji Hewlêrê çûne Dubaiyê û ji wê derê çûne Moskowê û ji wê derê jî çûne Belarûsê.

Hemîd Darî diyar kir ku wan xwestiye ji Belarûsê derbasî Latviyayê bin lê ew li sînor hatine girtin û got:

“Polîsên aliyê Latviya û Polonyayê em girtin û telefonên me şikandin û wan li me xist. Em dîsa avêtin aliyê Belarûsê.

Li ser sînoran gelek koçber hene û kes jî alîkariya wan nakin. Ew li parkan û li daristan dimînin.

Di nav wan de gelek nexweş hene. Gelek koçber li vê derê asê mane û bi wan re pere jî nemane.”

Bi gotina Hemîd Darî zêdeyî 2 hezar koçberên ji Rojavayê Kurdistanê niha li Belarûsê asê mane û derketina ji wê derê jî gelekî zehmet bûye.

Hemîd Darî herwiha da zanîn ku hinek ji wan koçberan dixwazin vegerin Kurdistanê û hinek jî hewl didin biçin Almanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst