Hewlêr (Rûdaw) - Li Bolîvyayê otobusek ket geliyekî 800 metreyî û 31 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya rayedarên polîsan, otobusa ku ji bajarê Petosiyê derketibû li bajarokê Yocallayê ket geliyekî 800 metreyî.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di qezayê de 31 kes mirine û 15 kes jî birîndar bûne û birînên hinekan ji wan xedar in.
Gelek tîmên tenduristiyê û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Ji ber ku herêm bi lat, teht û zinar e xebatên rizgarkirinê bi zehmetî tên meşandin.
Hat ragihandin ku li ser qezayê lêpirsîneke berfireh dest pê kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse