Almanya ​- Ji bo mafê kar divê meaşê salane nîzikî 50 hezar euroyî be

18-01-2025
Hêmin Ebdullah
Nîşan Aêmanya Karta Şîn
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Almanyayê yê daxwaza mafê mayîna kar bike, divê meaşê wî yê salane bigihîje derdora 50 hezar Euroyî.

Li seranserê Yekîtiya Ewropayê (YE) tiştek heye jê re dibêjin "Karta Şîn" (Blue Card) ku mafê mayîn û karkirinê ye ji bo kesên pispor di warên ku li YEyê pêwîstî bi pisporiya wan heye.

Her welatekî endam ê YEyê azad e di danîna mercên dayîna vê kartê de.

Heta niha li Almanyayê kesekî dikarî ev kart wergirta ku pêşniyareke karkirinê li Almanyayê jê re hatibe ku meaşê wî yê salane bigihîje 43 hezar û 759 euroyî.

Ji niha û bi şûn de ev namîne û divê kesê daxwazker pêşniyareke wî wiha hebe ku meaşê wî yê salane bigihîje zêdeyî 48 hezar û 300 euroyî.

Yanî meaşê wî/wê yê mehane bigihîje bêtirî çar hezar euroyî.

Karta şîn bi vê yekê ji cureyên din ên mafê mayînê tê cudakirin ku piştî wergirtina wê, mirov azad e di guhertina karê xwe de.

Her wiha ji bo anîna endamên malbatê û wergirtina welatînameya Ewropayê jî hêsantir dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst