Estonya dayîna karta şîn ji koçberan re hêsan dike

18-05-2024
RÛDAW
Estonya dayîna karta şîn ji koçberan re hêsan dike / Wêne: Arşîv
Estonya dayîna karta şîn ji koçberan re hêsan dike / Wêne: Arşîv
Nîşan Estonya Karta Şîn Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûçeyeke xweş ji bo kesên ku dixwazin karta şîn a Ewropî yan îqameya kar bistînin.

Estonyayê hêsankariyên nû ji wan re kirine.

Hikûmeta Estonyayê mercên wergirtina karta şîn hêsan kiriye.

Berê, yê ku daxwaza wê kartê dikir, divabû bawernameya wî ya zanîngehê di wî warî de hebe ku dixwaze bi rêya wî mafê rûniştinê bistîne.

Niha hebûna 5 salên ezmûna kar bes e.

Herwisa berê, divabû kesek dema salekê kar bike, paşê vîzeya wî dibû mafê rûniştinê.

Ji niha û pê ve kesê şeş mehan li Estonyayê kar bike dê karta şîn têxe berîka xwe.

Wekî din, heke kesek bêkar bû normal e heta sê mehan li Estonyayê bimîne û li karekî nû bigere.

Ev ji bo kesên ku ji du salan kêmtir e li wir in.

Ên ji 2 salan bêtir bin, dikarin heta şeş mehan bêkar bimînin û metirsî li ser wan nebe ku karta wan a şîn ji wan were standin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst