Amerîkayê ji Îraqê re got: Statuya Herêma Kurdistanê biparêzin

17-04-2024
RÛDAW
Nîşan Girava Axtamarê Bihar Amerîka Joe Biden Antony Blinken Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ji Serokwezîrê Îraqê Mihmed Şiya Sûdanî xwest ku statuya Herêma Kurdistanê bê parastin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî tevî şandeyeke hikûmet, parlamento û karsazên Îraqê 13ê Nîsanê çûbû Washingtonê.

Sûdanî piştî civîna bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re jî civiya.

Herwiha Sûdanî bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin re jî hevdîtinek pêk anîbû.

Di şandeya Îraqê de Alîkarê Sekreterê Giştî yê Wezareta Parastinê Şivan Mezher, Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Seroka Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Îraqê Dîlan Xefûrê jî cih girt.

Di civînan de destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê, mûçeyên karmendan, êrişên li ser Îraq û Herêma Kurdistanê jî di nav de, hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî hatin rojevê.

Sûdanî û Austin di civîna xwe ya li Pentagonê de behsa hewlên parastina asmanê Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

“Hewlêr û Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê girîng in”

Sefîn Dizeyî ji Rûdawê re axivî û got, “Hewlêr û Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê giring in.

Aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê jî ji bo Amerîka û herêmê giring in.”

Di hevdîtinan de piştevaniya ewlehiyê ya Amerîkayê ya ji Herêma Kurdistanê re jî mijara sereke ya hevdîtinan bû.

Li aliyê din, Pentagonê bi Îraqê re peymaneke 550 milyon dolarî îmze kir.

Beşek ji pereyên ku di vê çarçoveyê de hatine terxankirin dê ji bo perwerdekirina Pêşmergeyan jî werin bikaranîn.

Herwiha di hevdîtinan de mijarên wekî parastina statuya Herêma Kurdistanê, destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî hatin gotûbêjkirin.

“Biryarên Dadgeha Federal dê statuya Herêma Kurdistanê kêm neke”

Seroka Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Îraqê Dîlan Xefûrê got:

“Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Blinken banga destpêkirina hinartina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê kir.

Sûdanî du vebijêrk pêşkêşî Blinken kirin, yek ji wan guherîna yasaya budceyê ya Îraqê û ya duyem jî nûkirina girêbestên petrolê yên ligel kompanyayên biyanî yên li Herêma Kurdistanê ye.”

Herwiha Xefûrê diyar kir ku Blinken diyar kiriye ku divê statuya Herêma Kurdistanê bê parastin.

Dîlan Xefûrê da zanîn ku Sûdanî jî piştrast kiriye ku biryarên Dadgeha Federal dê statuya Herêma Kurdistanê kêm neke.

Di hevdîtina Joe Biden û Sûdanî de, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî hatin gotûbêjkirin.

Koşka Spî li ser civînê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku Joe Biden behsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê kiriye.

“Beşa sereke ya aramiya Îraqê ye”

Li gorî daxuyaniyê, Biden û Sûdanî diyar kiriye “Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşeke sereke ya aramî û bipêşveçûna Îraqê ye.”

Koşka Spî li li ser gotinên Joe Biden wiha got:

“Serokê Amerîkayê ji bo hewlên wan ên di rêya çareserkirina pirsgirêkên domdar de destxweşî li Serokwezîrê Îraqê û Herêma Kurdistanê kir ku ew gihiştine rêkeftineke demdirêj.”

Neşandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ev demek e ku di pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de dibe xala sereke.

Bexdayê herî dawiyê biryar dabû mûçeyên du mehan ên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne.

Li gorî daxuyaniyê, Joe Biden ji bo rêkeftina vê dawiyê ya ji bo şandina mûçeyên du mehan ên karmendên Herêma Kurdistanê jî destxweşî li hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Joe Biden li ser pirsgirêka mûçeyan da zanîn ku ew berdewamkirina hewlan teşwîq dike.

“Piştgiriyê dide hilbijartinên azad û adil”

Koşka Spî derbarê nêrîna Biden a li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de jî got:

“Serok Biden piştgiriya xwe ya ji bo bihêzkirina demokrasiya Îraqê aniye zimên û diyar kiriye ku ew li Îraq û Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide hilbijartinên azad, adil û zelal.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst