Çînê li ser êrişên Îran û Tirkiyeyê ji Rûdawê re çi got?

16-01-2024
Nîşan Hewlêr Îran Êriş Tirkiye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Çînê da zanîn ku Çîn serwerî û azadiya Îraq û Sûriyeyê diparêze.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ningê destnîşan kir ku Çîn serwerî, azadî û yekparçeyiya axa Îraqê diparêze.

Mao Ningê herwiha bangî hemû aliyan kir da ku girjiyan zêdetir nekin.

Berpirsên Ofîsa Rûdawê ya Çînê Mehdî Ferec êrişên Îranê ji Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ningê pirsîn.

Mao Ningê diyar kir ku ji bo parastina aramî û aştiya li herêmê Çîn û Îraq bi hev re dixebitin.

Mao Ningê pirsa Rûdawê ya bi şiklê “Îranê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê êrişî sivîlan kir. Helwesta Çînê ya li ser vê mijarê çawa ye?” wiha bersivand:

“Çîn tim vê yekê diparêza ku rêz li azadî, serwerî û xaka Îraqê were girtin. Ji bo ku aştî û aramiya herêmê were parastin em dê bi hev re bixebitin.”

Êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê

Li aliyê din, Tirkiye piştî kuştina 9 leşkerên xwe êrişî Rojavayê Kurdistanê dike û saziyên sivîl û xizmetguzariyê wêran dike.

Mao Ning li ser pirsa Mehdî Ferec a bi rengê “Pêwendiyên Çînê yên bi Sûriye û Tirkiyeyê re baş in. Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê dike. Çîn hewl dide ku rewşê aram bike?” wiha axivî:

“Çîne tim ev yek parastiye ku rêz li serwerî, azadî û xaka Sûriyeyê were girtin. Divê di çalakiyên leşkerî de rêz li hiqûqa navdewletî were girtin.”

Li Hewlêrê çi bû?

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Dijeterora Kurdistanê jî ragihand, sê dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Îro demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqîyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst