Serpêhatiya serkeftinê ya peykersazekî Kurd: Salih Nemir

15-06-2024
Hêmin Ebdullah
Salih Nemir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Salih Nemir / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Peykersaz Kurd Almanya
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Salih Nemir xelkê Derika Rojavayê Kurdistanê ye û li Almanyayê peykersaziyê dike.

Salih Nemir li Kurdistanê dest bi karê hunerî kiriye û vêga li Almanyayê berhemên wî yên bêhempa bala Almanan kişandiye ser xwe.

Salih Nemir wiha behsa jiyana û karên xwe yên hunerî xwe kir:

“Navê min Salih Nemir e û xelkê gundekî koçeran ê li Dêrika Rojavayê Kurdistanê me.

Min sala 1995an li Şamê Enstîtuya Hunerên Bedew kuta kir.

Ji destpêka qonaxa xwendina enstîtuyê ve, di qonaxên 1 û 2yan de min dest bi fêrbûna peykersaziyê kir û ez baş fêr bûm.

Ez ji sala 2014an ve li Almanyayê dijîm û li vir jî dîsa karê peykersaziyê dikim û em li vir kursên hînbûna peykersaziyê vedikin û xelk dixwaze fêr bibe.

“Girîng e çawa tu karibî bi kevirekî re tevbigerî”

Pêşî girîng e çawa tu karibî bi kevirekî re tevbigerî û wekî tu pê re biaxivî û bikî tiştê tu dixwazî.

Ji 2016an ve karê peykersaziyê li vir dikim û vêga projeyeke min heye û bêtirî salekê ye li ser dixebitim û ew jî ew e ku li herêma me ya koçerî hinek şahî û dîlan hene ku xebînet vêga nemane û winda bûne.

“Çand nola keleheke mezin e”

Dixwazim bi rêya projeya xwe wan şahî û dîlanan bi rêya taşînê arşîv bikim.

Girîng e ku xelk û hikûmet zanibin ku çand nola keleheke mezin e ku em karibin xwe di nav de biparêzin û ew çand bimîne.”

Florian Tully jî peykersazekî jîr, jêhatî û şareza ye. Wî wiha behsa hevnasîna xwe û Salih Nemir kir:

“Rojekê ez hatim cihê kar xwe. Du zilamên Sûriyeyî li wir rawestiyabûn û yekî got ez li kar digerim û min jî got li cem min ti kar ji bo te tune.

Paşê telefona min lê ket û jinekê got ku ew ne li kar digere lê li cihekî ku kirê bike û lê bixebite digere û bi vî awayî min hevalê xwe Salih Nemir nas kir.

Ez bi karê xwe hostayê keviran im û Salih her tim ji min re dibêje, ‘Tu masterê min î’ û ez jê re dibêjim ‘Erê, lê tu profesorê min î.’”

“11 hunermendên Kurd beşdar in”

Salih Nemir ji Swêdê bi rêya Skypeyê beşdarî bernameya Diyasporayê bû û behsa çalakiyeke kir ku îro dest pê dike:

“Festîval û çalakiyeke hunerî ye, li bajarê Malmoyê yê li başûrê Swêdê tê sazkirin û heta 18ê vê mehê didome û beşa Kurdî beşdarî çalakiyê dibe.

11 hunermendên Kurd beşdar in, 8 zilam û 3 jin û em dê di nava 4-5 rojan de karên xwe yên hunerî nîşan bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst