Mijara firokeyên F-16: Helwesta Senatoyê ya hemberî Tirkiyeyê neguheriye

27-07-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Tirkiye F-16
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Bob Menendez ragihand, heta niha jî nîgeran e ku îdareya Biden firokeyên F-16 bifiroşe Tirkiyeyê.

Bob Menendez, li ser helwesta xwe mi mijara firokeyên F-16 de got, “Helwesta me ya dijî firotina firokeyên F-16 bo Tirkiyeyê neguherî ye.”

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Bob Menendez, doh di civîneke taybet a Senatoyê de li ser pesendkirina berbijêrê Biden bo postê alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê Karûbarê Ewropayê, behsa Tirkiyeyê kir.

Bob Menendez got, “Ti pêşveçûnek di mijara firotina firokeyên F-16 bo Tirkiyê de çênebûye û nîgeraniyên me yên li ser wê mijarê berdewam in.”

Senatorê Demokrat Bob Menendez, wekî Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoyê, desthilata wî heye hemû miameleyeke firotina çek û pêdiviyên serbazî ji aliyê Amerîkayê ve bo welatan rawestîne.

Menendez, her ji destpêkê ve dijî wê plana hikûmeta Amerîkayê ya firotina firokeyên F-16 bo Tirkiyeyê bûye.

Sedem jî rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê, dijayetîkirina Tirkiyê li ser endambûna Swêdê ya NATOyê heta berî niha bi demekê û binpêkirinên firokeyên Tirkiyeyê li esmanê Yûnanîstanê ye.

Tirkiyeya ku endama NATOyê ye, çiriya pêşîn a 2021ê ji bo kirîna hejmarek firokeyên F-16 û herwiha kelûpel û pêdiviyên 80ê firokeyên heman cor daxwaza fermî pêşkêşî Amerîkayê kir.

Îdareya Biden jî çend caran veneşartiye ku piştgiriyê dide daxwaza Enqereyê.

Tirkiyê heta salekê daxwaza Swêdê ya endambûna NATOyê pesend nekir û Stockholm bi wê yekê tohmetbar kir ku piştgiriya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike lê di destpêka lûtkeya dawî ya NATOyê de ku 10ê vê mehê bû, Erdogan razîbûna xwe li ser daxwaza Swêdên nîşan da.

Erdogan gotibû dê protokola daxwazê jî bişîne parlamentoyê daku dengdan li ser bê kirin.

Derbarê helwêsta Menendez de, Wezareta Derve ya Amerîkayê destpêka vê mehê, ragihand ku heta razî bikin û karibin wê mijarê li gel Tirkiyeyê bi awayekî serkeftî yekalî bikin dê hevahangiya wan li gel wî Senatorê Amerîkayî berdewam be. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst