Amerîkayê careke din destûr da ku Îraq ji Îranê karebayê bikire

15-03-2024
Matthew Miller / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Matthew Miller / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Îran Îraq Amerîka Siza Kareba
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller got, “Amerîkayê careke din destûr da ku Îraq ji Îranê karebayê bikire.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

Matthew Miller diyar kir, Amerîkayê careke din destûr daye ku Îraq ji Îranê karebayê bikire û got:

“Amerîkayê careke din Îraq li derveyî sizayên li ser Îranê hişt û rê da Bexdayê ku ji Tehranê karebayê bikire.”

Amerîkayê heta niha çend caran destûr dabû Îraqê da ku maweyê 120 rojî karebayê ji Îranê bikire.

Matthew Miller destnîşan kir ku destûra Îraqê dawiya vê mehê xelas dibe lê cara 21ê jî ev destûr hat dirêjkirin.

Miller amaje pê da, ew rê nadin ew pereyên ku Îraq ji bo kirîna karebayê dide, rasterast biçin nav Îranê û got:

“Dikarin wan pereyan tenê ji bo kirîna xwirek, derman, amûrên tibî, berhemên çandiniyê û hinek tiştên din ên ku siza liser wan nînin bi kar bînin.”

 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser armanca dirêjkirina vê demê got:

“Armanca me ew e ku Îraq ji bo karebayê hêdî hêdî êdî ne hewceyî Îranê be.”

“Îraq di biwarê enerjiyê de bi pêş ketiye”

 Matthew Miller diyar kir ku Îraq di warê enerjiyê de bi pêş dikeve û pê de çû:

“Îraq di biwarê enerjiyê de ji sala 2020î ve baş bi pêş ketiye.

Îraqê di deh salên borî de girîngiya enerjiya Îranê nêvî nêvî kêm kiriye.

Di nava deh salan de hilberîna xwe ya karebayê du qatan zêde kiriye.

Em dê jî bi berdewamî piştgiriyê bidin wan da ku pişta xwe bi enerjiya xwe girê bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst