Rûsya: Amerîka û welatên Ewropayê aboriya Sûriyeyê xeniqandiye

14-11-2023
Nîşan Rûsya Amerîka Hevpeymaniya Navdewletî Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê ragihand, “Amerîka û welatên Ewropayê bi rêya ceza û talankirina samanên xwezayî yên Sûriyeyê aboriya wê xeniqandiye.”

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi rêya daxuyaniyekê got:

“Amerîka û welatên Ewropayê bi rêya cezayên neyasayî, qedexekirina hawirdekirina keresteyên avahîsaziyê, derman, kelûpelên bijîşkî û talankirina samanên xwezayî yên Sûriyeyê aboriya vî welatî xeniqandiye.”

“Petrolê û genim didizin”

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku “Washington û hevpeymanên xwe bi awayekî neyasayî axa Sûriyeyê ya li bakurrojhilat û başûrê wî welatî dagîr kiriye.”

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Amerîka û hevpeymanên wê “Petrolê û genim didizin û bi qaçaxî difiroşin.”

“Alîkariyên pêwîst ji Sûriyeyê nayên şandin”

Herwiha di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “Ji ber Amerîka û welatên Ewropayê şayîsteyên darayî yên pêwîst nadin, alîkariyên pêwîst ji Sûriyeyê nayên şandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst