Aştîparêzekî Rûs li dêreke serdema navîn li nêzîkî Kelbajarê, sala 2020an. Wêne: AP / Emrah Gurel
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price bang li welatên herêmê û bi taybetî Rûsyayê kir ku ji bo rawestandina nakokiyên di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de, bandora xwe li ser aliyan bikar bînin.
Ned Price di civîna çapemeniyê ya rojane de behsa nakokiyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de kir û bang li aliyan kir ku êrîşan rawestînin.
Price got ku hem Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û hem jî dîplomatên peywendîdar ên Amerîkî yên li herêmê hevdîtinên xwe bi muxatabên xwe re didomînin.
Price, diyar kir ku nakokiyên di navbera her du welatan de ne di berjewendiya aliyan de û ne jî di berjewendiya ti welatên herêmê de ye û got, “Em bang li hemû welatên herêmê dikin ku bandora xwe bi awayekî bê alî bikar bînin.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan kir, bandora Rûsyayê hem li ser Azerbaycanê û hem jî li ser Ermenistanê heye û got ku wan ji Rûsyayê xwestiye ji bo rawestandina pevçûnan û kêmkirina rageşiya di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de vê bandorê bikar bîne.
Li ser pirsa, “Ermenistanê bang li Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf kir da ku mudaxele bike. Berteka Amerîkayê ya li ser vê mijarê çi ye" Price wiha bersivand, "Divê hemû welat bandora xwe bi awayekî avaker bikar bînin da ku li ser rawestandina pevçûnan û kêmkirina rageşiyê bigihîjin peymanekê. Bê guman, zehmet e ku meriv pêşbînî bike ka şandina hêzên biyanî ji bo piştgirîkirina aliyekî şer dê çawa beşdarî vê yekê bibe.”
Ji roja Şembiyê ve aloziyên li ser sînorê navbera Ermenistan û Azerbaycanê zêdetir bûne û artêşan her du welatan di wan çend rojên dawî de çend caran pêgehên hevdu topbaran kirine. Hat ragihandin ku duh di şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê de 49 leşkerên Ermenistanê û 50 leşkerên Azerbaycanê hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse