Wezîra Kurd bersiva heqaretekê da: Pezkoviya Kurd e

14-01-2024
RÛDAW
Nîşan Zuhal Demîr Belcîka Pezkovî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Belcîkayê kesekî li ser medyaya civakî heqaret li wezîra Kurd kir û jê re got “Pezkoviya Tirk a paşmayî.”

Li ser vê yekê wezîra Kurd jî bersiv da û got “Li qisûrê nenêrin ev pezkoviya Kurd e.”

Wezîra Dad, Jîngeh, Enerjî û Gestyariyê ya Herêma Flamanê ya Belcîkayê Zuhal Demîra ku bi eslê xwe ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye, peyama heqaretê ya ku li ser Xê ji hesabekî anonîm jê re hatiye şandin û bersiva xwe parve kir.

Zuhal Demîrê di parvekirina xwe de got, “Bi rastî hinek kes bê exlaq in... Ez hêvî dikim ku hûn dawiya hefteyekî xweş derbas bikin” û peyama ku tê de heqaret lê hatibû kirin parve kir.

Di parvekirina Zuhal Demîrê de tê dîtin ku kesekî ji hesabekî anonîm jê re gotiye “Pezkoviya Tirk a paşmayî.”

Wezîra Kurd Zuhal Demîr jî wiha bersiv daye, “Li qisûrê nenêrin ev pezkoviya Kurd e.”

Zuhal Demîr kî ye?

Zuhal Demîr 12ê Adara 1980an li bajarê Genkê yê Belcîkayê ji dayik bûye.

Malbata wê ji Kurdên Elewî ye û ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye.

Di navbera salên 1998-2003yan de li Zanîngeha Katolîk a Leuvenê beşa hiqûqê xwendiye.

Di navbera salên 2003 û 2004an de li Zanîngeha Vrije ya Brukselê mastera xwe di beşa Hiqûqa Civakî de domand.

Demîrê di sala 2010an de ji Partiya Flaman a Nû (N-VA) ji bo Meclîsa Nûneran a Belcîkayê wekî parlamenter hat hilbijartin.

Zuhal Demîr di Sibata 2017an de li şûna Elke Sleurs bû wezîra dewletê ya Kêmkirina Feqîriyê, Derfetên Wekhev, Kesên Astengdar, Siyaseta Bajarvanî û Siyaseta Zanistî. Her wiha serokatiya stratejiya entegrasyonê ya Hikûmeta Flamanê jî kiriye.

Ji 2019an ve Wezîra Dad, Jîngeh, Enerjî û Gestyariyê ya Herêma Flamanê ya Belcîkayê ye.

Zuhal Demîr ji ber daxuyaniyên xwe car caran li Tirkiyeyê rastî rexneyan tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst