DÊRSIM - Pezkoviyên pîroz bêtirs dadikevin nav gund û ser rêyan

24-06-2024
Ali Haydar Gozlu
Alî Hyadar Gozlu/Wêne: Rûdaw
Alî Hyadar Gozlu/Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Pezkovî
A+ A-

Dêrsim Rûdaw) - Li çiyayên Dêrsima Bakurê Kurdistanê hejmara pezkoviyan roj bi roj zêdetir dibe.

Pezkovî li çiyayan kerî bi kerî digerin û bêtirs dadikevin ser rêyan û nêzîkî gundan dibin.

Li gundê Xeçê yê navçeya Xozatê jî keriyê pezkoviyan ji bo dabînkirina pêwîstiya xwê û avê daketine ser rêyan.

Welatî û geştyar bi dîtina pezkoviyan gelekî kêfxweş bûn û dîmenên xwe bi wan re girtin.

“Me pezkoviyên pîroz dîtin”

Geştyar Sevim Gurol got,“Ez li Almanyayê dijîm, ez herî dawî berî 5 salan hatibûm.

Em car caran têne vê derê. Ev axa em lê jidayik bûne ye.

Me pezkoviyên xwe yên çiyayî, pezkoviyên pîroz dîtin. Me berê ew qet nedidîtin, dema em biçûk bûn.

Me dizanibû pezkoviyên me hene lê me li gundan û li ser rêyan ew qet nedîtibûn.”

Welatî hişyariyê didin û dibêjin bila kesek xwê nede pezkoviyan, lewra ew dibe sedema têkdana xwezayîbûna wan.

Geştyar Fatih Kaymaz wiha anî ziman, “Em ji Semsûrê tên û me li ser rê ev pezkovî dîtin. Pir xweşik in.”

“Xwê nedin pezkoviyan”

Welatî Murat Kizil got, “Ev pezkoviyên ku em dibînin her tim tên ser rêyan.

Bila însanê me xwê nede pezkoviyan ji ber ku ew ajelên kovî ne zerer dibînin.”

“Eger kesek pezkoviyekê bikuje 7 salan nelet li ser wî dimîne”

Li gorî baweriya Elewiyan pezkovî pîroz in û nêçîra wan qedexe ye.

Di baweriya wan de pezkovî wekî “Pezkoviyên Xizir” tên binavkirin û eger kesek pezkoviyekê bikuje 7 salan nelet li ser wî dimîne.

Ji ber parastina tund û qedexekirina nêçîrê li erdnîgariya Dêrsimê hejmara pezkovî û karxezalan gelekî zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst