Li Brukselê êrişa çekdarî: 2 kuştî

16-10-2023
RÛDAW
Nîşan Belcîka Brûksel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Belcîkayê Brukselê di encama gulebarana kesekî de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyên herêmî kesek bi motorsîkleta xwe çûye meydana Sainctelette û bêserûber gule li xelkê reşandiye.

Di dîmenan de tê dîtin ku êrişkar piştî gulereşandinê ji motorsîkleta xwe peya dibe, dikeve avahiyekê û winda dibe.

Hate hînbûn ku 2 kesên ku di encama êrîşê de canê xwe ji dest daye welatiyên Swêdê ne.

Ew welatiyên Swêdê ji bo temaşekirina maça di navbera Tîmên Neteweyî yên Belcîka û Swêdê çûne Brukselê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst