Ukrayna: Rûsyayê erişî bender û embarên genim kir

25-09-2023
Nîşan Ukrayna Rûsya Êriş Embarên Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Rûsyayê bi şev bi dronan erişî binesaziya bender û embarên genim ên li herêma Odessayê kiriye.

Hat diyarkirin ku êrişa li herêma Odesseyê bi 19 dronên cureya "Şahed" û 2 mûşekên "Onîks"ê hatiye encamdan.

Di daxuyaniya Fermandariya Parastina Başûr a Ukraynayê de hat destnîşankirin ku Rûsyayê bi şevê bi dronan êriş kiriye.

Di encama êrişê de binesaziya bender û embarên genim zere ditiye.

“Gelek ji wan hatin îmhakirin”

Herwiha hat gotin ku artêşa Rûsyayê li seranserê Ukraynayê 12 mûşek bi kar anîne û wiha hat gotin:

"19 dron û 12 mûşekên Kalîbr ji aliye pergala me ya asîmanî ve hatine sekinandin.

Kalîbrek li ser herêmên Mîkolayiv û Kîrovagradê hat xistin û piraniya yên mayî jî li ser herêma Odessayê hatin îmhakirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst