Çîn: Em dê heta dawiyê şer bikin

12-06-2022
RÛDAW
Nîşan Çîn Amerîka Lloyd Austin Wei Fenghe Taywan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Çînê Wei Fenghe, Amerîkayê bi wê yekê tohmetbar kir ku ew dixwaze welatên li ser Okyanûsên Hindî-Hêmin li dijî Pekînê bixe rêza xwe û got Em rê nadin Amerîkayê destwerdanê di welatên navçeya me de bike. Em ê heta kêliya dawî şer bikin.

Wezîrê Derve yê Çînê Wei Fenghe bersiva Wezîrê Derve yê Amerîkayê Lloyd Austin da ku gotibû Çîn aloziyan li navçeyê derdixe. Fenghe tekez kir ku ew rê nadin Amerîka destwerdanê di karûbarê Taywanê de bike ku Çîn wê wek beşek ji axa xwe binav dike.

Berî niha Austin daxwaza hevahengiyê ji welatên ser Okyanûsên Hindî-Hêmin kiribû û Çîn vê yekê wek hewlekê bo rûbirûbûna Çînê dibîne.

Wezîrê Berevaniyê yê Çînê Wei Fenghe wiha got "Stratejiya bi navê Indo-Pacific hewleke ji bo avakirina grûpeke taybet a biçûk bo destdanîna ser welatên navçeya me û armancgirtina welatekî taybet e. Ev stratejiyeke ji bo derxistina şer û aloziyan daku welatên din jî dorpêç bike. Çîn şerê sivîl naxwaze lê emê her hewleke serxwebûna Taywanê jinav bibin. Her welatek hewl bide Taywanê ji Çênê veqetîne em dê şerê wan bikin. Em dê heta dawiyê şer bikin."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst