Fransa: Divê peyman ewlehiya hevparên me yên Kurd garantî bike

12-03-2025
Nîşan Fransa Peyman Kurd Sûriye Piştgirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot piştgirî da peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer û got, “Divê peyman ewlehiya hevparên me yên Kurd garantî bike.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adarê peymanek îmze kir.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku ew bi telefonê bi Mezlûm Ebdî re axiviye.

“Divê peyman ewlehiya hevparên me yên Kurd garantî bike”

Jean-Noël Barrot eşkere kir ku ew piştgiriyê didin peymanê û got:

“Divê peyman mafan, ewlehiya hevparên me yên Kurd û berdewamiya şerê li dijî DAIŞê garantî bike."

Barrot daxuaynd ku ew dê wekî “piştgirên Kurdan” bimînin.

Li rexê din, Wezareta Karên Derve ya Fransayê jî li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û got:

"Ev peymana siyasî ya ku em û hevparên xwe yên Amerîkî beşdarî bûn gaveke erênî ye ber bi çareseriyeke aştiyane ya bi rêya dan û standinan ve ku yekîtiya Sûriyeyê, beşdariya Kurdan a di pêvajoya veguhastina siyasî de û garantikirina maf û berjewendiyên wan dihewîne.

Fransa wekî ku ji destpêka qonaxa veguhastinê ve hewl daye dê dîsa hewlên xwe yên ji bo hêsankirina diyaloga di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û hevparên xwe yên Kurd ên li bakurrojhilatê Sûriyeyê de bidomîne."

Wezaretê bal kişand ser “pêvajoya veguhastina siyasî ya aştiyane” û xwest ku pêvajo bibe sedema avakirina Sûriyayeke azad, yekgirtî, arama û serwer.

Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:

1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.

2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.

3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.

4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.

5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.

6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.

7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.

8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst