Awisturya - Zarokekî Kurd wekî zarokê herî jîr hat hilbijartin

12-02-2024
RÛDAW
Wêne ji Rûdawê re hate şandin
Wêne ji Rûdawê re hate şandin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Awisturya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Awisturyayê zarokê bi navê Loran ê ji Rojavayê Kurdistanê wekî zarokê herê jîr hat hilbijartin.

Loran Şeelan bi eslê xwe ji gundê Dugirkê yê navçeya Girê Legê ya parêzgeha Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye.

Loran bi malbata xwe re li bajarê Lînzê ya Awisturyayê dijî.

Zarokê Kurd di jiberkirina nivîsan de gelekî serkeftiye û bûye yekemîn.

Loran ji ber serkeftina xwe wekî serokê tîmê hate hilbijartin û xelatkirin.

Ew dê beşdarî olimpiyada xwendin û ezberekirinê bibe.

Loran bi bavê xwe Şeelan Mihemed re bû mêvanê bûltena Rûdawê ya taybet ji bo Rojavayê Kurdistanê.

Loranê biçûk pirtûkan dixwîne û hemûyê ji ber dike. Li gorî ku dibêje tu di nava pirtûkê de çi pirsê jê bikî dê bizane.

Bavê Loran, Şeelan Mihemed got:

“Hîna ji dibistana seretayî ve bi xwe dixwend. Jê re alîkarî ne pêwîst bû. Ji wê demê ve xuya bû.

Vê serkeftina xwe ne bi alîkariya me, bi xwe çêkiriye.”

Loran jî dibêje ew di nava 16 dibistanan de ji nava 48 xwendekaran de bûye yekemîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst