HRW: Li Tirkiyeyê sala 2023yan mafên mirovan û serdestiya yasayê zerer dîtiye

12-01-2024
RÛDAW
Nîşan HRW Tirkiye Mafên Mirovan Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) a Navneteweyî ragihand, sala 2023yan li Tirkiyeyê qeyrana serdestiya yasayê kûrtir bûye û mafên mirovan û serdestiya yasayê zerar dîtiye.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) a Navdewletî, rapora xwe ya binpêkirinên yasayî yên welatan a sala 2023yan eşkere kir.

Di raporê de rexne li gelek serokên Rojavayî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hatine girtin.

“Piştî hilbijartina Erdogan biryarên siyasî zêde bûn”

Dîrektorê HRWyê yê Ewropa û Asyaya Navîn Hugh Williamson di raporê de got:

“Piştî ku Erdogan di hilbijartinan de bi ser ket tekoşînên hêzê yên di nav darazê de û biryarên dadgehan ên siyasî zêdetir bûn.

Ev jî nîşaneya wê yekê ye ku li wî welatî mafên mirovan û serdestiya yasayê çiqas zerer dîtiye û kûrtir bûye.”

Hugh Williamson diyar kir ku di sedsaliya Komara Tirkiyeyê de medyayeke ku hatiye bêdengkirin û siyasiyên mixalefetê yên bi berdewamî armanc tên girtin hene.

Williamson wiha pê de çû, “Medya rûbirûyî sansurê dibe û cezayê pereyan li saziyên medyayê yên serbixwe tên birîn û derbarê wan de lêpirsîn tên destpêkirin.

Hikûmeta Erdogan piraniya medyayê xistiye bin kontrola xwe û giringiya vê yekê di sala hilbijartinê de zêde bû.

Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ya nêzîkî hikûmetê, bi berdewamî û bi awayekî kêfî cezayên pereyan li wan televîzyonên ku rexneyan dikin dibirin.”

Li gorî rapora HRWyê li Tirkiyeyê herî kêm 43 rojnameger û xebatkarên medyayê ji ber karên rojnamegeriyê “bi tawanên terorê” hatine tohmetbarkirin û girtî ne.

“Tirkiye biryarên DMMEyê bi cih nayîne.”

Di raporê de behsa karsaz Osman Kavala û girtiyên siyasî yên Kurd hatiye kirin û hatiye nivîsandin: “Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih nayîne.”

Di raporê de astengkirina medyayê, sansura înternetê, qedexekirina xwepêşandan û lêpirsînên derbarê rojnamegeran, parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedar, bikarhênerên medyaya civakî û kesên din de wekî "kiryarên metirsîdar" hatine destnîşankirin.

Herwiha di raporê de behsa zextên li ser koçber û penaberan jî hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst