Hewlêr (Rûdaw) - Şewata li bajarê Los Angelesê yê eyaleta Calîforniyayê ya Amerîkayê 4 roj in berdewam dike.
Ji ber êgir 11 kes mirin, 10 hezar xanî û avahî hilweşiyan, 180 hezar kes ji malên xwe koçber bûn û nêzîkî 150 milyar dolarên Amerîkî zerer çêbû.
Los Angeles ji 5 aliyan ve di bin agir de ye û rewşa bajêr wekî bajarekî ku şer lê çêbûye lê hatiye.
Navçeya Palisadesê ya ku dikeve bakurrojavayê bajêr û duyemîn bajarê herî mezin e ji aliyê nifûsê ve, heta niha 86 kîlometre çargoşe şewitiye.
Agir gihişt taxa Pacific Palisadesê ku malên milyarder û stêrkên navdar ên cîhanê lê ne.
Navçeya duyem navçeya Eaton e ku 56 kîlometre çargoşe şewitiye. Li gorî texmînan heta niha tenê ji sedî 8ê şewata li Eatonê hatiye kontrolkirin.
Navçeyên Kenneth, Hurst û Lydianê jî ku li her sêyan 8,6 kîlometre çargoşe erd şewitiye û ji sedî 50, 70 û 98ê wan hatiye kontrolkirin.
150 kîlometre çargoşe şewitî
Her pênc agirên li bajêr heta niha 150 kîlometre çargoşe ji vî bajarê Amerîkayê şewitandine û didome.
Li gorî agirên salên borî yên li Californiyayê ev agir biçûktir e lê ji ber ku gihiştiye deverên niştecihbûnê, ziyana wê zêdetir e.
11 kes mirin
Heta niha 11 kes ji ber agir û bandorên wê mirine ku 2 kes li navçeya Palisadesê û 5 kes jî li navçeya Eatonê mirine.
Li gorî amarên fermî, ev agir yek ji 20 agirên herî kujer ên dîroka eyaleta Californiyayê ye.
10 hezar avahiyan zerereke mezin dît
Agir zerereke mezin gihandiye 10 hezar xanî û avahiyan ku 5 hezar ji wan li Palisadesê û di navbera 4-5 hezaran de jî li Eatonê ne.
Çiriya Paşîn a 2018an di şewata li bajarê Sacramentoyê ya Californiyayê de 19 hezar avahî şewitîbûn û Çiriya Pêşîn a 2017an jî li San Franciscoyê şewata “Tubbs” zerer dabû 5 hezar û 600 avahiyan.
180 hezar kes koçber bûn
Ji nêzîkî 180 hezar kesî re hatiye gotin ku cih û malên xwe vala bikin.
Rayedaran name şandine lê hinek welatî dernakevin û hewl didin mal û milkên xwe rizgar bikin.
Ferman hat dayîn ku taxa Hollywoodê ya navdar jî were valakirin lê piştî kontrolkirina rewşê roja pêncşemê ev ferman hat rakirin.
Ji ber dizî û talanê 20 kes hatin girtin
Yek ji pirsgirêkên vê şewatê dizî û talan in.
Polîsên bajêr heta niha herî kêm 20 kes bi tawana dizî û talanê desteser kirine.
Rayedarên bajêr fermana qedexeya çûnûhatina şevê derxistine û Parêzvanên Niştimanî ji bo deverên şewitî hatine şandin.
Nêzîkî 150 milyar dolarî zerer
Tevî hilweşîn, şewat û ziyanên xanî û vîlayên biha, ziyanên aborî roj bi roj zêde dibin.
Li gorî malpera Accuweatherê ya taybet bi keşnasiyê, ziyanê aborî di navbera 135-150 milyar dolaran de ne û dibe ku zêdetir jî bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse