Swêdê sala 2024an mafê penaberiyê da çend koçberan?

40 xulek berê
Hêmin Ebdullah
Nîşan Swêd Penaber Koçber
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta Swêdê ragihand ku sala 2024an kêmtirîn kesan li welatê wan mafê penaberiyê wergirtiye ku di 40 salên dawî de hejmara dayîna penaberiyê ev qasî kêm nebûye.

Wezîrê Koçberiyê yê Swêdê Johan Forssell da zanîn ku “sala 2024an 6 hezar û 250 kesan li Swêdê mafê penaberiyê wergirtiye.”

Wezîrê Koçberiyê yê Swêdê Johan Forssell diyar kir ku ev hejmar Ukraynayiyên ku ji ber şerê welatê wan û Rûsyayê ku mafê wan ê mayîna demkî heye li xwe nagire.

Piştî ku sala 2015an hejmareke zêde ya koçberan ji welatên cuda yên cîhanê berê xwe da Ewropayê, partiyên rastgir û çepgir ên Swêdê dest bi kêmkirina koçberiyê kirin û qanûn tundtir kirin.

Sala 2022yan partiya rastgir a Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson desthilat bi dest xist, qanûnên tundtir hatin bicihkirin.

Wezareta Koçberiyê ya Swêdê destnîşan kir ku par hejmara kesên ku serlêdana mafê penaberiyê kirine 9 hezar û 645 kes bûne ku “ev ji sala 2022yan ji sedî 42 kêmtir e.”

Sala 2015an dema ku hejmara koçberan di lûtkeyê de bû, Swêdê herî kêm 163 hezar penaber tomar kiribûn.

Wezîrê Koçberiyê yê Swêdê Johan Forssell her wiha got:

“Hejmara kesên ku mafê penaberiyê werdigirin pir kêm e, hejmara penaxwazan jî pir kêm bûye.

Niha ji her 4 penaxwazan 3 kes sedemên wan ên têrker nînin ku ev maf ji wan re were dayîn lewma ew êdî nikarin li Swêdê bimînin û divê vegerin welatê xwe.”

Wezîrê Koçberiyê yê Swêdê destnîşan kir ku divê Swêd ji bo salên pêş jî di kêmhiştina hejmaran de berdewam be.

Hikûmeta niha ya Swêdê plan kiriye ku 34 hezar dolarên Amerîkî bide her penaxwazekî ku bixwaze vegere welatê xwe.

Sala 2023yan herî kêm 94 hezar û 514 kesan koç kiriye Swêdê û 12 hezar û 644 kesan mafê penaberiyê wergirtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst