Agirê li derdora 5 gundên Akrê hat kontrolkirin

14-07-2023
RÛDAW
Nîşan Akrê Duhok Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Agirê ku li derdora 5 gundên navçeya Akrê ya ser bi Duhokê ve ketibû, piştî 3 demjimêran hat kontrolkirin.

Şeva bihorî derengê şevê agir bi derdora pênc gundên navçeya Akrê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve ket. Li gor zanyariyan, destpêkê derdora demjimêr 10:30ê şev agir li derdora gundê Başqalê ket û paşê ber bi gundên Mêrgîn, Simîlan, Şîferzan û Zirgwîzê berfireh bû.

Tîmên berevaniya sivîl û ekîbên agirvemirandinê ji bo kontrolkirina agir çûnê cihê şewatê.

Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Akrê, Îbrahîm Ferîq ji Rûdawê re ragihand, “ji ber mezinî û berfirehiya agir, me pênc tîm şandinên cihê bûyerê û piştî sê demjimêran agir hat kontrolkirin.”

Heta niha sedema şewatê nehatiye zanîn û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Derbarê zirarên şewatê de jî, Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Akrê diayr kir, “ti zirarên canî nebûne, lê zirarên madî hene û 10 donim erdên derdora her pênc gundan şewitîne.”

Li gor amarên Berevaniya Şaristanî ya Akrê, ji destpêka çsal ve heta niha 450 bûyerên şewatê li sînorê wê navçeyê hatine tomarkirin ku 300 ji wan bûyeran di werzê germa û havînê de bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst