John Bolton dê ji bo tolhildana Qasim Silêmanî bihata kuştin

10-08-2022
RÛDAW
Nîşan FBI Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand, sîxûrekî Îranê bi plankirina kuştina John Bolton ê ku di rêveberiya Serokê berê Donald Trump de şêwirmendê ewlekariya neteweyî bû, hatiye tawanbar kirin.

Wezaretê di daxuyaniyekê de ragihand ku sîxûrê Îranê ev plan ji bo tolhildana kuştina Qasim Silêmanî yê ku Çileya 2020an de li Iraqê di êrîşa esmanî ya Amerîkayê de hat kuştin, kiriye.

Şehram Pursafî yê ku ji aliyê rayedarên Amerîkî ve wek endamê Supaya Pasdarên Îranê hatiye ragihandin, ji aliyê FBI ve bi tawanên girêdayî plana kuştinê li wî digerin.

Li gorî daxuyaniyên wezaretê Şehram Pursafî yê 45 salî, xelkê Tehranê ye û bi navê Mehdî Rezayî jî tê naskirin.

Li gor nûçeya VOAyê, dozgeran diyar kirin ku plana kuştinê bi îhtimaleke mezin ji bo tolhildana fermandarê berê yê Hêza Qudsê ya Îranê Qasim Sulêymanî ye.

Li gor lêpirsîna ku li ser wî hatiye destpêkirin, Pursafî ji welatiyekî Amerîkî yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin xwestiye, wêneyên John Bolton bigire û got ku ew wêne ji bo pirtûkekê hewce dikin.

Kesekî Amerîkî yê ku navê wî nehate eşkerekirin, piştre Pursafi bi muxbîrekî hikûmetê re da nasîn ku dikare wêneyan bi pere jê re bigire.

Rayedaran destnîşan kir ku berî mehekê Pursafî bi rêya applicationeke bi peyamên şîfrekirî xwe gîhande wî muxbîrî û ji bo ku yekî bibîne jî 250,000 dolar pêşkêşî wî kiriye. Pursafî heta 300,000 dolaran bi muxbirê re bazar jî kiriye.

Bolton: Desthilatdarên Îranê derewîn, terorîst û dijminên Amerîkayê ne

John Bolton di daxuyaniyekê de spasiya FBI û Wezareta Dadê kir ji ber xebatên wan ên li ser plana kuştinê.

Bolton got, “Niha zêde tişt nîne ku mirov bibêje, lê xaleke bê nîqaş heye; desthilatdarên Îranê derewîn, terorîst û dijminên Amerîkayê ne.”

Berpirsekî payebilind ê ewlekariya nîştimanî li Wezareta Dadê ya Amerîkayê Matthew Olsen li ser plana kuştina Bolton got, “Ev ne cara yekem e ku em planên Îranê yên tolhildana ji xelkên li nav axa Amerîkayê eşkere dikin û em ê bêwestan bixebitin da ku van hewlan eşkere bikin û têk bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst