Trump: Çêtir e Kanada bibe eyaleta 51emîn a Amerîkayê

10-02-2025
Nîşan Donald Trump Kanada Eyalet Elon Musk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku gelekî çêtir e Kanada bibe eyaleta 51emîn a Amerîkayê.

Trump beriya maça Super Bowlê ya Lîga Futbolê ya Amerîkayê (NFL) ji Fox Newsê re axivî û got:

"Ez difikrim dê gelekî çêtir be ku Kanada bibe eyaleta 51emîn çimkî em salane 200 milyar dolarî bi Kanadayê re winda dikin.

Ez dê destûrê nedim vê yekê. Em çima salane 200 milyar dolarî wekî subvansiyonê didin Kanadayê?"

Trump her wiha diyar kir, ew çalakiyên têrker nabîne da ku bacên gumrikê yên Kanada û Meksîkayê bên astengkirin.

Donald Trump bal kişan ser “israfê” û anî zimên:

"Divê em pirsgirêka berhemdariyê çareser bikin. Divê em sextekarî, îsraf, xerabbikaranîn û her tiştê ku di nav hikûmetê de diqewime çareser bikin."

Trump li ser pirsa ku “Gelo ew bi Musk bawer e yan na?” ew bi rengê “newaze” bi nav kir û got:

"Ez dê di demeke nêzîk de, belkî di nava 24 saetan de, jê re bibêjim here Wezareta Perwerdeyê kontrol bike.

Ew dê heman tiştî bibîne. Pişt re jî ez dê bibêjin were em artêşê kontrol bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst