Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Wezareta Berhemdariyê ya Amerîkayê Elon Musk ragihand ku Ajansa Amerîkayê ya ji bo Alîkariya Navneteweyî (USAID) dê were girtin.
Her çi qasî rexnegir vê gavê wekî "ne li gorî destûrê" bi nav dikin jî Wezîrê Wezareta Berhemdariya Amerîkayê dê di çarçoveya "Kêmkirina mesrefan û behmedariya karên federal ên hikûmetê" de ajansê bigire.
Yek ji soza Trump di propagandaya hilbijartinê de sînordarkirina mesrefên Hikûmeta Amerîkayê û lihevguncandina wan li gel siyasetên Trump e ku ew jî "xurtkirina navxwe ye."
Elon Musk, zilamê herî dewlemend ê cîhanê, damezrînerê SpaceXê, Birêvebirê Giştî yê Teslayê û xwediyê tora civakî ya Xê ye.
Trump, Musk wekî Wezîrê Berhemdariyê yê Amerîkayê erkdar kir.
Musk bi eşkereyî ragihand, "USAID rêxistineke sûcdar e û divê bi tevahî dawî lê were anîn."
USAID ajanseke federal a Amerîkayê ye ku Çiriya Paşîn a sala 1961ê di serdema îdareya serokê berê yê Amerîkayê John F. Kennedy de hatiye damezirandin.
Ajans berpirsiyarê îdarekirin û rêkxistina alîkariya darayî û lojîstîkî ya sivîl û bernameya pêşvebirinê ye li welatên cîhanê.
Budceya wê ya salane 50 milyar dolar e ku ji xezîneya federal a Amerîkayê tê dabînkirin.
Ew ajans wekî ajansa herî mezin a federal a alîkariyê ya cîhanê tê hesibandin û budceya wê ji nîvê budceya hemû ajansên federal ên din ên Amerîkayê zêdetir e.
Baregeha sereke ya USAIDê li Washingtona paytext e û zêdetirî 10 hezar karmendan lê dixebitin.
USAID yek ji amrazên girîng û bibandor ên Hikûmeta Amerîkayê ye li cîhanê.
Hemû pere û alîkariyên lojîstîk ên Amerîkayê ji bo welatên derve bi rêya vê ajansê ve tên dayîn.
Li hemberî hêza bilind a Çînê wekî "soft power" ango hêza nerm a Amerîkayê tê hesibandin.
Di bernameya tenduristiyê ya ajansê ya li 120 welatan, xwarin, pêşketina civakê heye.
USAID alîkariyan digihîne herêmên herî hesas û hejar ên cîhanê.
Elon Musk dibêje, Trump razî bûye ku ajans were girtin.
Di demên borî de Trump bi fermaneke serokatiyê karê ajansê rawestand.
Serokê Amerîkayê herî dawî Wezîrê Karên Derve Marco Rubio kir berpirsê lêkolîna kar û barên ajansê û mesrefên wê yên li cîhanê û biryara rawestandina alîkariyan da.
Alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê dê ji bo Misir û Îsraîlê jî berdewam bikin û ew di nava vê biryarê de cih nagirin.
Demokrat: Desthilata Musk ne destûrî ye
Senatorên Partiya Demokrat eşkere kir posta Musk a di USAIDê de ne destûrî ye.
Li gorî wan senatorên Demokrat kongre budceya Amerîkayê diyar dike û ew desthilata Musk jî ne destûrî ye.
Demokratan eşkere kir ku bi tenê kongre dikare biryarê li ser awayê kêmkirin an zêdekirina budceya hundir û derveyî welat biryarê bide.
Endamê Komîteya Parastinê ya Kongreya Amerîkayê Adam Smit got, "Biryarên Trump dê bibin sedema kuştina USAIDê.
Ew biryarên Trump siyasî û bêaqilane ne û dê bandoreke mezin li ser cîhanê jî bikin.
Ew karên ku Trump û Musk dikin dê bibin sedem ku welatên cîhanê zêdetir ber bi hembêza Çîn û Rûsyayê ve biçin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse