Erdogan: Ez dê li ser piştgiriya YPGyê bi Trump re biaxivim

08-11-2024
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Recep Tayyîp Erdogan Amerîka Tirkiye Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku dê li ser piştgiriya Amerîkayê ya li YPGyê bi Donald Trump re biaxive.

Recep Tayyîp Erdogan piştî seferên Kirgizistan û Macaristanê di balafirgehê de li ser rojevê û pêşhatên dawî axivî.

Erdogan behsa hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê kir û diyar kir ku ew bi Donald Trump re axiviye.

“Me li ser hilbijartinê gotûbêjek kir”

Serokkomarê Tirkiyeyê amaje bi hilbijartinên Amerîkayê kir û got:

“Beriya her tiştî ez hêvî dikim ku ev hilbijartin ji bo Amerîkayê, herêma me û cîhanê sûdbexş bin.

Birêz Trump di pêvajoya hilbijartinan de bi rastî mînakekî baş û serkeftî nîşan da.

Li dijî gelek zehmetiyan bi ser ket ku di nava wan zahmetiyan de hewldana kuştinê jî hebû lê ew bi ser ket.

Wekî ku hûn jî dizanin, xwestiye wî bikujin û gule li guhê wî ket.

Wan bi kelepçeyê ew bir navenda ewlehiyê û dema ku ev hemû bûyer diqewimîn wî xebatên xwe yên hilbijartinan jî dabûn destpêkirin.

Her siyasetmedarek nikare vê bi hêsanî bike.

Me bi Birêz Trump re hevdîtineke ji dil pêk anî. Ew tevî malbatê li şîvê bûn.

Elon Musk û zarokê xwe jî bi wî re bûn û bi vî awayî me bi wan re hevdîtinek pêk anî.

Me li ser pêvajoya hilbijartinan û hevkariya Tirkiye û Amerîkayê gotûbêj kir.

Li ser pêvajoya paşerojê jî li ser Tirkiyeyê daxuyaniyên xweş dan. Me ew vexwend welatê xwe.

Ez hêvî dikim ku ew vexwendina me qebûl bike û bi vî awayî hevkariya Tirkiye û Amerîkayê ji ya berê bi awayekî cuda xurt bike.

Di navbera me û Amerîkayê de pirsgirêka F-35an heye. Derbarê S-400an de pêvajoyek heye.“

Erdogan diyar kir ku wî Trump vexwendiye Tirkiyeyê û got:

"Ez hêvî dikim ku ew vê vexwendina me qebûl bike û em jî bi vî rengî hevkariya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ji serdemên borî cudatir bihêz bikin."

“Em dê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê gotûbêj bikin”

Recep Tayyîp Erdogan her wiha da zanîn ku dê li ser piştgiriya hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê jî bi Trump re biaxive.

Erdogan hêviya serkeftinê ji Trump re xwest û anî ziman:

"Hêvîdar im şer û krîzên herêmî û cîhanî bi serokatiya Trump bi dawî bibin.

Em dê di heyama pêş de jî hevdîtinên xwe yên bi Donald Trump re bidomînin.

Wekî mînak em dê vekişîna hêzên Amerîkayê yên ji Sûriyeyê binirxînin.

Gelo dê çawa piştgiriya xwe ya ji bo PKK/PYD/YPGya rêxistina terorê biqedînin?

Ez bawer dikim ku em dê bi hevdîtin û axaftinên xwe yên bi Trump re li ser bingehekê diyar bikin.

Di serdema berê de di danûstandinan de bi birêz Trump re zehmetiyan nekişînin.

Me di nava 24 saetan de pêwendî saz kir û li gorî vê me hewl da ku bi rêya dîplomasiya telefonê encamekê bi dest bixin.”

"Dê operasyon bidomin"

Erdogan li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê da zanîn:

“Di têkoşîna me ya li dijî terorê de tiştek nayê guhertin.

Ev meseleya kûrahiya 30-40 kîlometreyî wê bi vî rengî bidome.

Heta niha têkoşîna me ya ji bo çûyîna kûrahiya Sûriye û Îraqê, şopandina terorîstên li wir û jinavbirina terorê bê tawîz didome.”

Erdogan li ser tayînkirina qeyûman jî anî ziman:

“Me her dem aniye ziman û em careke din dibêjin, teror û demokrasî, teror û siyaseta sivîl di heman kursiyê de nabin.

Dema kesek were hilbijartin nayê wê wateyê ku mafê wî heye li kêleka terorê bimeşe.

Erkê siyasetmedarekî ew e ku xizmeta xelkê, bajar û navçeya xwe bike. Ne ku xizmeta serokên cudakariyê bikin.”

Erdogan bêyî ku navê DEM Partiyê bîne ziman îdia kir ku derfetên xelkê ji Qendîlê û Ewropayê re tên şandin û ew çav li vê yekê nagirin.

Erdogan rexne li CHPyê jî girtin ku gef li dozgeran xwarine û got ku armanckirin û heqereta hiqûqnasan nayê qebûlkirin.

Erdogan Şaredariyên CHPyê tawanbar kir ku çavkaniyên giştî ji bo tiştên vala bi kar tînin, pêwîstiyên bingehîn ên xelkê dabîn nakin û ew dê hesabê vê yekê bipirsin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst