Li Endonezyayê bi hêza 6,7 û 7,1 pileyan erd hejiya

08-11-2023
RÛDAW
Nîşan Endonezya Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Banda ya Endonezyayê bi hêzên 6,7 û 7,1ê li pey hev 2 erdhej çêbûn.

Li gorî agahiyên Lêkolîna Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), 340 kîlometreyan li başûrê parêzgeha Maluku ya Endonezyayê, li pey hev 2 erdhejên bi hêzên 6,7 û 7,1 çêbûn.

Li gorî agahiyan erdhej, 10 kîlometreyan di binê erdê de çêbûye.

Herwiha di encama erdhejê de ti ziyanên canî û madî çênebûne.

Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst