Swêd: Em li hêviyê ne ku Tirkiye endamtiya me qebûl bike

08-09-2023
RÛDAW
Nîşan NATO Swêd Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Swêdê ragihand ku ew ji bo endamtiya NATOyê amade ne û li hêviya Tirkiyeyê ne ku endamtiya wan qebûl bike.

Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom li paytexta Latviayê, Rigayê li ser endamtiya welatê xwe ya NATOyê axivî.

Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom got:

“Em ji bo endamtiya NATOyê amade ne. Em tenê li hêviyê ne ku Tirkiye pêvajoya endamtiya me bide destpêkirin.”

Swêdê sala par piştî şerê Ukraynayê ji bo endamtiyê serî li NATOyê dabû.

Ji bilî Tirkiye û Macaristanê hemû endamên NATOyê qebûl kir

Ji bilî Tirkiye û Macaristanê hemû endamên NATOyê li parlamentoyên xwe endamtiya Swêdê qebûl kirine.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan meha Tîrmehê di Lûtkeya NATOyê de soz dabû ku dê meha Çiriya Pêşînê bi destpêkirina dema nû ya parlamentoyê re endamtiya Swêdê qebûl bikin.

Hêviya Swêdê ew e ku di meha Çiriya Pêşînê de li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser endamtiya Swêdê deng bê dayîn.

Tirkiye bi hinceta ku rê dide “çalakiyên PKKyê” û kesên Tirkiye dixwaze radest nake endamtiya Swêdê qebûl nedikir.

Niha jî bi hinceta ku rê li ber çalakiyên “şewitandina Quranê” nagire endamtiya Swêdê paş dixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst