Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em piştgiriyê didin firotina F-16an bo Tirkiyê

12-07-2023
Zinar Şîno
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amerîka NATO F-16 Swêd Tirkiye Elizabeth Stickney
A+ A-

Vilnius (Rûdaw) - Berdevka Herêmî ya Wezareta Derve ya Amerîka Elizabeth Stickney got ku pêşanîya hikûmeta Amerîkî di lûtkeya NATO de ew e ku alîkarîya berdewam bo Ukraynayê misoger bike. Elizabeth Stickney diyar kir ku ew piştgiriyê didin firotina balafirên şer ên F-16 ji bo Tirkiyeyê.

Rêvebera Navenda Ragihandinê ya Navnetewî li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Londonê û Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê bi zimanê Erebî Elizabeth Stickney di çarçoveya Lûtkeya NATO ya li Vilnius a paytexta Lîtvanya de ji nûçegihanê Rûdawê Zinar Şino re axivî û got “Di vê lûtkeyê de armanca hikûmeta Amerîkayê berdewamkirina alîkariyan bo Ukraynayê û bihêzkirina şiyanên wê yên berevanî û bersivdayinê ye. Di vê lûtkeyê de, em li benda pakêtek nû ya bihêz a piştgiriya siyasî û pratîkî ji bo Ukraynayê ne.”

Stickney bal kişand ser gotinên Serok Joe Biden ên derbarê endametiya Ukrayna di NATO de û dibêje “Tê çaverêkirin ku di lûtkeyê de nexşerêya endametiya paşerojê ya Ukraynayê li NATOyê were gotûbêjkirin, lê Serok Biden bi zelalî eşkere kir ku dema ku şer berdewam dike endamtî dê pêk neyê. Em ê hewldanên xwe yên ji bo bilezkirina piştgiriya ji bo xweparastina Ukraynayê li qada şer bidomînin.”

Stickney diyar kir ku rêveberiya Washingtonê helwesta Tirkiyeyê ya ji bo endamtiya Swêdê ya NATOyê pêşwazî dike û got ku Wezareta Derve ya Amerîkayê bi eşkere piştgirî dide firotina balafirên F-16 bo Enqerê.

Tirkiyê di Cotmeha 2021ê de daxwaza kirîna 40 balafirên F-16an ji Amerîkayê kiribû û hevdîtinên teknîkî yên di navbera her du aliyan de dawiya sala borî bi dawî bûbûn.

Ji bo ku firotina balafirên şer ên F-16 pêk were, divê kongreya Amerîkayê erê bike. Piştî helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî endamtiya Swêdê ya NATOyê, tê pêşbînîkirin ku Kongre li dijî firotina F-16an dernekeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst