Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêl bi pêl berê xwe dide Almanyayê: Serlêdan ji sedî 203 zêde bûne

08-08-2023
RÛDAW
Nîşan Penaberî Tirkiye Almanya Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ofîsa Federal a Koç û Koçberan a Almanyayê ragihand ku serlêdanên penaberiyê yên welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên di 7 mehên destpêkê yên îsal de li gorî par ji sedî 203 zêde bûne.

Ofîsa Federal a Koç û Koçberan a Almanyayê (BAMF) amarên li ser serlêdanên meha tîrmehê yên ji bo çûna Almanyayê belav kirin.

Li gorî wan amaran di 7 mehên destpêka îsal de bi giştî serlêdanên penaberiyê yên ji bo çûna Almanyayê li gorî heman serdema sala borî bi rêjeya ji sedî 78 zêde bûne.

Tenê di tîrmeha îsal bi rêya BAMFê 23 hezar û 674 serlêdanên penaberiyê hatine kirin, ev rêje li gorî tîrmeha sala borî ji sedî 78 zêde bûye.

Di serlêdanan de welatiyên Sûriye, Efxanistan û Tirkiyeyê yekem in

Li gorî BAMFê ji Kanûna Paşîn a îsal heta tîrmehê bi giştî 188 hezar û 967 kesan li Almanyayê serî li penaberiyê daye.

Di wan serlêdanan de welatiyên Sûriye, Efxanistan û Tirkiyeyê di rêzên serî de ne. 

Serlêdanên penaberiya Almanyayê bi awayekî balkêş di nav xelkê Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de zêde bûne.

Di 7 mehan de 23 hezar û 846 welatiyan serlêdana penaberiyê kiriye

Li gorî heman amaran di 7 mehên destpêka îsal de 23 hezar û 846 welatiyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo penaberiya Almanyayê serlêdan kiriye.

Bi vî awayî jî serlêdanên penaberiyê ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê yên ji bo çûna Almanyayê di 7 mehên îsal de li gorî heman serdema sala borî bi rêjeya ji sedî 202,9 zêde bûne.

Heta niha di heqê 12 hezar û 174 serlêdanên penaberiyê yên ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de biryar hatiye dayîn.

Li gorî BAMFê qebûlkirina daxwaza penaberiyê ya welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji sedî 15 ye.

Tevahiya sala borî 23 hezar û 938 welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li Almanyayê serî li penaberiyê dabû.

Herî zêde xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê serlêdana penaberiya Almanyayê kiriye

Di 7 mehên destpêka îsal de bi giştî 52 hezar û 690 welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê serlêdana penaberiyê kiriye.

Piştî Sûriyeyê bi 32 hezar û 826 serlêdanan Efxanistan di rêza duyem de ye.

Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi 23 hezar û 846 serlêdanan di rêza sêyem de ne.

Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi 7 hezar û 113 serlêdanan çaremîn, Îraq û Başûrê Kurdistanê jî bi 7 hezar û 167 serlêdanan di rêza pêncemîn de cih digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst